Diyarname
Hêdî hêdî bernameya Fûara Pirtûkan a Stenbolê diyar dibe. Fûara Pirtûka a Stenbolê ku îsal 31'emîn car deriyên xwe dê veke, îsal 17'ê sermawezê dest pê dike û heta 25'ê mehê dê bidome. Di fûarê de weşanxaneyên kurd jî cihê xwe digirin.
Fûara ku ji aliyê TUYAP'ê ve bi şirîkatiya Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê ve tê organîzekirin îsal li bendê ne li dor 600 weşanxane û saziyên sivîl beşdar bibin. Di fûarê de li dor 200 çalakî wê lidar bikevin û bi sedan nivîskar jî dê pirtûkên xwe îmze bikin. Her wiha ji derveyî Tirkiyeyê jî ji 40 welatan ajansên telîfparêz û nivîskarên mêvan dê di fûarê de amade bin.
Mêvana rûmetê: Gulten Dayioglu
Mijara bingehîn a fûarê îsal "Zarokatiya min welatê min e-Wêjeya Zarok û ciwanan" e. Di vê çarçoveyê de dê gelek çalakiyên li ser ciwanan li dar bikevin. Nivîskar Gulten Dayioglu jî îsal Mêvana Rûmetê ya Fûarê ye. Dayioglu ku heta niha ji bo zarokan gelek pirtûkên bi tirkî nivîsandine, bi van pirtûkên xwe gelek xelat jî girtine. Dayioglu di fûarê de li ser wêjeya ji bo zarokan beşdarî gelek panel û gotûbêjan bibe.
Welatê mêvan: Hollanda
Her sal welatekî wekî "Welatê Mêvan" hildibijêrin û gelek çalakiyên li ser wî welatî li dar dixin. Îsal Welatê Mêvan Hollanda ye. Di vê çarçoveyê de dê weşanxaneyên ji Hollandayê beşdarî fûarê bibin. Her wiha gelek nivîskarên ji Hollandayê jî...
Di salona 10'an a fûarê, di çar rojên pêşîn de ji welatên wekî Almanya, Azerbaycan, Hollanda, Romanya, Hindistan, Îngilistan, Îran, îtalya, Spanya, Romanya, Rusya, Erebistana Siûdî û Macaristanê weşanxane standan vekin.
Di beşa Ajansên Telîfê de jî ji welatên wekî DYA, Hollanda, Îngilistan, Îran, Îrlanda, Spanya, Îtalya, Yewnanistan, Îsraîl û Lubnanê hin ajans amade bin. Ajans dê bi weşanxaneyan re bên ba hev û dest bi dan û standinê bikin.
Weşanxaneyên kurdan
Wekî her sal îsal jî li bendê ne ku li dor deh weşanxaneyên kundan beşdarî fûarê bibin û hem standan vekin, hem jî çalakiyên wekî panel û gotûbêjan li dar xin.
Bilêtên ji bo ketina fûarê 5 TL ye. Ji bo xwendekar, mamoste û malnişînan ketina fûarê bê pere ye.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
*****
Ji nav nûçeyan hilbijêrek:
- Zana Farqînî ji Bulent Arinç pirsa meseleya ferhenga kurdî dike
- Demîrtaş: Dengên BDP’ê ji sedî 10 zêdetir in