Diya Îkram Balekanî wefat kir
Diyarname
Diya nivîskar û rojnamegerê kurd Îkram Balekanî Rîhan Cewadî di qezayeke ku li nêzî Urmiyeyê pêk hat de jiyana xwe ji dest da.
20'ê vê mehê Rîhan Cewadî ku ji Urmiyeyê diçû gundê Balekanî di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Îkram Balekanî ku di Azadiya Welat de dest bi karê rojnamegerî kiribû û hê jî di rojnameyê de dinivîse di heman demê de di Roj TV û Dengê Mezopotamyayê de bernameyê çêdike. Em dibêjin xwedê rehma xwe li Rîhan Cewadî xanimê ke û ji Îkram Balekanî re jî hêviya aramiyê dikin.