Porteqala Zêrîn dê bang li Îranê bike
Diyarname
Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê ji bo derhêner Cefer Penahî serbest bê berdan dê bang li Îranê bike.
Derhêner Cefer Penahî bi sedema "Di hilbijartina serokomariyê de piþtgirî daye muxalefetê" 6 sal cezaya hepsê, 20 sal cezaya nekiþandina fîlman dabû kê. 48'emîn Festîvala Porteqala Zêrîn a Fîlman a Antalyayê ji bo cezaya Penahî bê betalkirin, qedexeya derketina wî ya derveyî welat û qedexeya beþdariya festîvalên navneteweyî bê betalkirin dê bang li Îranê bike.
Penahî li Îranê yek ji derhênerên navdar ê Pêla nû ya Sînemaya Îranê ye. Derhêner, senarîst û sazkar Penahî di 44'emîn Festîvala Porteqala Zêrîn de Serokatiya Juriya Fîlmên Metrajdirêj a Navneteweyî kiribû. 63'yemîn Festîvala Fîlman a Cannesê Penahî dawetî festîvalê kiribû lê ji ber ku hatibû girtin nekarî here festîvalê. Her wiha 61'emîn Festîvala Fîlman a Berlînê û 67'emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê jî jî ew vexwendibû û nekarîbû beþdarî wan jî bibe. Di her sê festîvalan de jî ji bo piþtgiriya Penahî cihê rûniþtina wî vala hatibû hiþtin.
Penahî heta niha bi "Balona Spî" Xelata Kameraya Zêrîn li Cannesê, bi "Daîre" li Venedîkê Xelata Þêrê Zêrin, bi "Ofsayt" li Berlînê Xelata Hirça Zîvîn û Xelata Taybet a Juriyê, her wiha li gelek festîvalên din li dor 50 xelat girtibû.
Di Festîvala Porteqala Zêrîn de dê fîlmê "This Is Not A Film / In Film Nist - Ev ne fîlmekî ye” ku derhêneriya wî Penahî û Mojtaba Mirtahmasb kiriye bê nîþandayîn. Derhêner Mojtaba Mirtahmasb dê bibe mêvanê festîvalê. Di fîlm de Penahî qala rojên xwe yên li betalkirina dozê dikeb Penahî, derhêner Mojtaba Mirtahmasb li mala xwe ya ku niha lê girtiye û lê cezaya xwe dikiþîne dike mêvan. Penahî di fîlm de senaryoya fîlmê ku niha nikare bikiþîne dixwîne, 'lîstikvanî' dike. Derhêner di nav bêderfetiyên mezin de vî fîlmî dikiþîne, di flash dîskekî de bi awayekî veþarî derdixe derveyî welat û radigihîne Cannesê.