Ozgur Paksoy / MA
Bajarên ku hevberdevkên Partiya Çep a Kesk û HDK’ê û hevserokên KCD, DBP û HDP’ê wekî namzet lê hatine nîşandan diyar bûn.
Lîsteya namzetên parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a hilbijartinên 14’ê Gulanê eşkere bû. Bajarên ku hevserokên pêkhateyên Partiya Çepên Kesk û hevberdevkên wê lê wekî namzet hatine nîşandan diyar bûn.
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun li Stenbolê; Hevberdevk Îbrahîm Akin jî li Îzmîrê wekî namzet hate nîşandan.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek li Stenbolê wekî namzet hate nîşandan.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk li Amedê di rêza ewil de weke namzet hate nîşandan.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz li Mêrdînê, Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir jî li bajarê xwe Êlihê wekî namzet hate nîşandan.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li Wanê di rêza ewil de û Hevserokê Giştî Mîthat Sancar jî li Rihayê wekî namzet hate nîşandan.
Hat zanîn ku Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr nekarî mafên xwe yên qedexeyê wergire lewma wekî namzet nehate nîşandan.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Berendamên MHP'ê yên Amedê diyar bûn
- Îtîfaqa Milet li ser lîsteyê biryara xwe da
- Platforma Zimanê Kurdî li ser hilbijartinê û berendaman gotina xwe got
- 'Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd' piştgirî dide Partiya Çep a Kesk
- Ev mebûsên HDP'ê wekî berendam nayên nîşandayîn (Lîste)
- Piştî 50 salan Antalya yekem car bê wî dê bikeve hilijartinê
- Yeşîl Sol Partî dê çi bike? Va ye deklerasyona wan
- Mehmet Aslantug ji TÎP'ê dibe berendam
- EMEP ji lîsteya Yeşîl Sol Partî dikeve hilbijartinê
- Ger îtîraz neyên qebûlkirin 4 berendam hene
- Farqînî, Aktar, Candemîr û pêşberendamên din
- Huda-Par û YRP'ê jî biryara xwe dan
- Pisûlaya Îtîfaqa Ked û Azadiyê diyar bû
- Wê çend kes deng bikar bînin? YSK'e eşkere kir
- Hûnê li ku dengên xwe bidin? Dema kontrolê ye
- Hilbijêrên li derveyi Tirkiyeyê divê çi bikin?
- Li ser îtîfaqan YSK'ê rêgezên xwe eşkere kirin
- Îtîfaqa Ked û Azadiyê bi yek lîsteyê dikeve hilbijartinê
- Mexdûrên erdhejê dê çawa di hilbijartinê de deng bidin?
- Bi 25 pirs û bersivan hilbijartina îsal
- Ji bo Kiliçdaroglu kî çi got?
- Îdîa: HDP bi Yeşîl Sol Partî dikeve hilbijartinê
- Îtîfaqa Kurdistanî ji bo li ser hilbijartinê biaxive civiya
- Li Tirkiyeyê roja hilbijartina Serokomarî û ya giştî eşkere bû


