Cemil Oguz
Bernameya Fûara Pirtûkan a Stenbolê eşkere bû. Di fûarê de îsal kêm çalakiyên kurdî hene.
31'emîn Fûara Pirtûka a Navneteweyî ya Stenbolê îsal di navbera 17-25'ê meha sermawezê de deriyên xwe ji bo pirtûkhezan vedike. Di fûarê de dê li dor 600 weşanxane cih bigirin û li dor 200 çalakî dê li dar bikevin.
Mêvana rûmetê îsal nivîskar Gulten Dayioglu û welatê mêvan jî Hollanda ye.
Bernameya fûarê hate eşkere kirin. Di nav bernameyê de bi sedan çalakiyên çandî, panel û semîner hene. Bi beşdariya mêvana rûmetê Gulten Dayioglu li ser wêjeya zarokan dê gelek panel û gotûbêj li dar bikevin. Yek ji çalakiyên balkêş jî atolyeya îllustratoriyê ye ku îllustratorê hollandî Marit Tornqvizst di navbera 17-20'ê mehê de, di fûarê de wê atolyeya îllustratoriyê ji bo zarokan li dar bixe.
Çalakiyên kurdî kêm in
Bernameya fûarê, çalakiyên ku dê li dar bikevin eşkere bûn lê kîjan weşanxane û saziyên sivîl beşdar dibin hê tam nehatine eşkerekirin. Piraniya weşanxaneyên kurdan dê îsal jî di nav fûarê de cihê xwe bigirin lê li gor par îsal çalakiyên çandî yên wekî panel û gotûbêj ên kurdan gelek kêm in.
Di fûara par de nêzî deh panelên kurdan bi beşdariya bi dehan nivîskarên kurd li dar ketin lê îsal tenê du heb panel hatine organîzekirin ku yek ji wan Weşanên Ava saz kiriye. Di vê panela bi navê "Çima" de wê Ronî War biaxive. Panela din jî ji aliyê Weşanên Evrensel û Kovara Tîrojê ve hatiye organîzekirin ku navê panelê jî "Pînokyo yekem car bi kurdî ye" ye. Di panelê de wê Turkan Tosun û Fehîm Işik biaxivin.
Vane hin panel û gotûbêjên ku dibe bala we bikişînin:
17 Sermawez, Şemî
Saet 16.30-17.30
Gotûbêj: Bi zimanê din wêje
Axivger: Kader Abdollah, Muhsin Kizilkaya
Amadekar: Dutch Literature Foundation-TUYAP
Salona Buyukada
16.30-17.30
Gotûbêj: “Yêzîdî”
Axifger: Amed Gokçen
Amadekar: Weşanên Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê
17.45-18.45
Panel: “Rêveberiyên Herêmî û Demokrasî"
Rêveber: İmambakiş Ukuş
Axifger: Gokhan Gunaydın, Yalçin Bayer
Amadekar: SODEV-İstanbul Gerçegi
21 Sermawez, Çarşem
Salona Marmara
17.00-18.00
Gotûbêj: Pînokyo yekem car bi kurdî ye
Axifger: Turkan Tosun, Fehim Işik
Amadekar: Evrensel Basım Yayin – Tîroj
22 Sermawez, Pêncşem
Salona Marmara
15.45-16.45
Gotûbêj: Ji bo jinan hatine gotin (Li Anatoliyê dîroka bi helbestan a jinan)
Axifger: Gulsum Cengiz, Sennur Sezer, Arife Kalender
Amadekar: Evrensel Basim Yayin
Salona Heybelîada
17.15-18.15
Gotûbêj: “Çima?”
Axifger: Roni War
Amadekar: Weşanên Ava
24 Sermawez, Şemî
Salona Heybelîada
18.15-19.15
Panel: Li Tirkiyeyê ciwan û siyaseta demokratîk
Rêveber: Barbaros Dinçer
Axifger: Yunus Emre
Amadekar: SODEV-Sosyal Demokrasi Vakfi
25 Sermawez Pazar 2012
Salona Interexpo
15.45-16.45
Gotûbêj: “Welatê min û romana min”
Axifger: Ahmet Umit
Amadekar: Weşanên Everest
Salona Marmara
15.45-16.45
Gotûbêj:"Gotûbêja Can Dundar û Mehmet Ali Birand"
Axifger: Can Dundar, Mehmet Ali Birand
Amadekar: Weşanên Can
***
Nûçeya eleqedar:
- Fûara Pirtûkan a Stenbolê xwe amade dike
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye


