Diyarname
Weşanxaneya Aramê bi 13 pirtûkên xwe yên nû beşdarî Fûara Pirtûkan a Stenbolê dibe. Di heman demê de nivîskarên Aramê dê pirtûkên xwe îmze bikin.
31’emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê îsal di navbera 17-25’ê vê mehê de li dar dikeve. Nêzî deh weşanxaneyên kurdan jî di fûarê de standê vedikin ku yek ji wan jî Weşanxaneya Aramê ye. Aram hem bi pirtûkên xwe yên nû li fûarê ye, hem jî dest bi xebateke nû kiriye. Li gor vê nivîskarên Aramê yên ku ne girtîne dê hem li ser navê xwe pirtûkên xwe îmze bikin, hem jî di bo piştgiriya nivîskarên girtî dê pirtûkên wan jî îmze bikin.
Bernameya roja îmzeyan a Weşanxaneya Aramê ya ji bo nivîskarên girtî bi vî rengî ye:
- 18 sermawez, saet 17.00: Ji bo pirtûka Şemsettin Ozerya "Omrumun Yedi Gunu" dê dê Îlhamî Sîdar tevlî roja îmzeyê bibe.
- 19 sermawez, saet 17.00: Ji bo pirtûka Menaf Osman, "Namusname" dê Îrfan Babaoglu tevlî roja îmzeyê bibe.
- 20 sermawez, saet 17.00: Ji bo pirtûka Mehmet Sait Yildirim, "Uygarligin Doguşunda Kultur Ve Kurtler" dê Huseyin Aykol tevlî roja îmzeyê bibe.
- 23 sermawez, saet 17.00: Ji bo pirtûka Murat Turk, "Bogurtlen Zamani" dê edîtorê pirtûkê Vedat Çetîn tevlî roja îmzeyê bibe.
- 25 sermawez, saet 17.00: Ji bo pirtûka Fethi Suvarî "Etolojîk Toplum" îmze bike dê Ayhan Bilgen tevlî roja îmzeyê be.
Her wiha nivîskarên Aramê dê di heman demê de pirtûkên xwe îmze bikin. Bernameya wan jî bi vî rengî ye:
- 18 sermawez, saet 14.00, Îlhamî Sîdar "Jan"
- 19 sermawez, saet 14.00, Îrfan Babaoglu
- 20 sermawez, saet 14.00, Huseyîn Aykol
- 21 sermawez, saet 14.00, Rojîn Zang,
- 22 sermawez, saet 14.00, Nejat Ayaz,
- 23 sermawez, saet 14.00, Vedat Çetin
- 24 sermawez, saet 14.00, Galîp Alçitepe
- 25 sermawez, saet 14.00, Demir Çelik
***
Nûçeyên eleqedar:
- Jan Dost beşdarî Fûara Pirtûkan a Stenbolê dibe
- Weşanxaneyên kurdan ên beşdarî Fûara Pirtûkan dibin diyar bûn
- Îsal çalakiyên kurdan kêm in
- Fûara Pirtûkan a Stenbolê xwe amade dike