Diyarname
Serokê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê Metin Celal got: "Ev 10 sal in pirsgirîka me ya azadiya fikir û ramanê heye. Bi derketina TMK'ê re berevajî firehbûna azadiyê, azadiya xweîfadekirinê tengtir bû."
31'emîn Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê bi merasimekê dest pê kir. Serokê TUYAP'ê Deniz Kavukçuoglu got ku di sala 1982'yan de li saloneke biçûk dest pê kirine û niha gihîştine wisa fûareke mezin. Kavukçuoglu bal kişand ser rojnameger û nivîskarên girtî û wisa got: "Ji Mustafa Balbay, Tuncay Ozkan, Soner Yalçin, Yalçin Kuçuk û gelekên din li vir bana û pirtûkên xwe îmze bikira. Ez silavê xwe ji hemû dostên li girtîgehê ne re dişînim. Nivîskar girtîbin jî pirtûkên wan li vir derdikevin pêşberî xwendevanan."
Piştî axaftina dema Wezîrê YE'yê yê Tirkiyeyê Egemen Bagiş azadiya ramanê û meseleya 'terorê' tevlihev kir, Kavukçuoglu careke din ji bo sipasî derket ser dikê û vê carê berê xwe da Bagiş û wisa got: "Birêz Wezîr, gelo çi qas rast e mirov azadiya ramanê bibe bi meseleya terorê ve girê bide?"
Di merasimê de Serokê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê (TYB) Metin Celal jî axivî û bal kişand ser azadiya ramanê ya li Tirkiyeyê. Celal wisa got: "Ev 10 sal in pirsgirîka me ya azadiya fikir û ramanê heye. Me got qey dê qada azadiya ramanê fireh bibe lê bi derketina TMK'ê (Zagona Têkoşîna bi Terorê re) re berevajî firehbûna azadiyê, azadiya xweîfadekirinê tengtir bû. Niha 76 rojnameger girtîne. Nivîskarên girtî ne di nav vê reqemê de ne. Niha bi dehan nivÎskar-wergêr tê darizandin. Gelek ji van 3 sal in girtî ne û hê jî nizanin bi çi têne darizandin. Niha siyasetmedar, şaredar, girtiyên din di gireva birçîbûnê de ne û ev girev di asta mirinê de ye êdî. Ew dixwazin li hemberî dadgehê bi awayekî adilane bêne darizandin, ev daxwaz daxwaza me TYB'ê ye jî."
Di fûara îsal de hin weşanxaneyên kurdan jî di nav de li dor 600 weşanxane û saziyên sivîl beşdar dibin.
Ligel standên pirtûkan, nivîskarên pirtûkên xwe îmze dikin, gotûbêj û panel li dar dikevin. Her wiha hin pêşangeh jî li dar in. Di fûara îsal de mijara zarokan li pêş e, li ser wêjeya zarokan jî gelek panel hene.
Foto: Cemil Oguz
***
Nûçeyên eleqedar:
- Weşanên Aramê bi 13 pirtûkên nû li Fûarê ye
- Jan Dost beşdarî Fûara Pirtûkan a Stenbolê dibe
- Weşanxaneyên kurdan ên beşdarî Fûara Pirtûkan dibin diyar bûn
- Îsal çalakiyên kurdan kêm in
- Fûara Pirtûkan a Stenbolê xwe amade dike
Li dor 600 weşanxane û saziyên sivîl beşdarî fûarê dibin.
Deniz Kavukçuoglu bal kişand ser nivîskarên girtî.