Amed
Komxebata Sînemaya Kurdî rojên 4û 5'ê vê mehê li Amedê li dar ket. Derhêner, senaryonivîs, lîstikvan, bi dehan kes di komxebatê de amade bûn.
Di du rojan de gelek pirsgirêkên sînemaya kurdî ji estesîk, perwerdehî, meseleya piştgirî, heta rêxistinkirina vê qadê gelek mijar hatin gotûbêjkirin.
Di encamê de li ser van xalan li hev kirin:
- Pênasekirina nasnameya sînemaya kurdî, ziman, çarçove û rewşa estetîka wê
- Pêdiviya bi sazîbûn û pêkhateyeke kolektîf
- Pêvajoyên hilberîn, fînansekirin û çêkirina fîlman
- Derfetên perwerdehiyê û pêşketina pîşeyî
- Xebata belavkirina fîlman, nîşandayîn û beşdariya temaşevanan
- Sazkirina komîsyonên arşîvkirin û avakirina bîra sînemaya Kurdî
- Teknolojiyên dîjîtal û amûrên nû yên hilberînê
- Wekheviya zayendiya ciakî û rêgezên etîkî
Piştî nîqaşan hat gotin ku sînemaya kurdî bi xebatên kesane dimeşe, lê ji bo domdarî û xurtkirina kar û xebatên sînemageran pêdivi bi însiyatîfeke giştî heye.
Loma jî bi navê Însiyatîfa SînemagerêN Kurd însiyatîfeke hate damezrandin. Ev însiyatîf dê vê qadê organîze bike, xebatan bi rêya komîsyonan bimeşîne.
Armana însiyatîfê jî bi vî rengî hat eşkere kirin: Xurtkirina bîra kolektîf a sînemaya kurdî; piştgiriya ji bo serdema hilberînê, pêşxistina hevkariyên neteweyî û navneteweyî, birêxistina karên perwedehîyê, pêşxistina projeyan, di hilberînê de bicihkirina hişmendiya wekheviya zayendî, xwezaparêz û bi hev re avakirina pêşeroja sînemaya kurdî.


