Diyarname
Kompaniya "SpaceX" gaveke nû diavêje: Bêyî astronotên profesyonel hebin komek tûrîstan diÅŸîne fezayê. Ew dê 3 rojan li dora dinyayê bigerin ku yekemîn car li dinyayê komek dê 3 rojan li fezayê bimîne.
Ev xebata ku kompaniya Elon Mesk a bi navê SapeceX li dar dixe navê "Inspiration4" lêkirine. Gera tûrîstan ÅŸeva 14'ê mehê ku bi 15'ê mehê ve tê girêdan dê des pê bike û ew dê 3 roan li dora dinyayê bigerin.
Bêyî astronotan dê ger çêbibe û di vê gerê de karsazê amerîkî Jared Isaacman (38 salî) dê astronotî bike. Karsaz Jared Isaacman ji çar rêwiyan yek e. Ji bilî wî dortor asîstan Hayley Arceneaux (29 salî), gazî û endazyarê karên fezayê pispor Chris Sembroski û erdnas, karsaz û pîlot Dr. Sian Proctor (51 salî) di vê gerê de ne.
SpaceX eÅŸkere nekir ku serê kesî çiqas pere ji wan girtine lê tê gotin ku karsaz Isaacman bi mîlyon dolaran pere daye kompaniyê.