Amed
Xwediyê Îmtiyazê û Midurê Karê Nivîsan yê berê yê rojnameya Azadiya Welat Ozan Kilinç ku der barê wî de biryara girtinê hatibû dayîn, hat binçavkirin û dûre jî hat girtin.
Ozan Kilinç ku der barê wî de bi îdaya "Ligel ne endamê rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye" 21 sal cezaya girtîgehê lê hatibû birîn hat girtin.
Ji ber nûçeyên ku di rojnameya Azadiya welat de hatine weşandin 21 sal cezaya hepsê li Kiliç hatibû birîn.
Dosyaya ku dozgeriyê 5 sal cezayê girtîgehê dixwest jî hê li dadgeha bilind e. Ji bo Kilinç bi giştî 27 sal cezaya hepsê tê xwestin û hê dozên wî didomin.
Berê jî der barê Midûrê Karên Nivîsan û Xwediyê Îmtiyazê yê berê yê rojnameya me Azadiya Welat Vedat Kurşun de 166 sal û 6 meh cezaya hepsê hatibû birîn. Kurşun jî di girtîgehê de ye.