BERLÎN
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim Li Almanya axivî: "Biryara astengirina min ya derbasbûna başûrê Kurdistanê, ji aliyê navenda PDK'ê ve hatiye dayîn."
Li paytexta Almanya Berlînê, li salona konferansê ya Weqfa Rosa Luksembûrg, li ser geşedanên siyasî û rojavayê Kurdistanê panelek hat lidarxistin. Di panela ku duh êvarê li dar ket ji aliyê nivîskarê rojnameya Ozgur Polîtîka Selîm Ferat ve hate birêvebirin û Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî wekî axifger lê amade bû.
Salih Muslim bi vegotina kurê xwe Şervan Muslim ê di pevçûnên navbera YPG û çeteyan de jiyana xwe ji dest da, dest bi axaftina xwe kir. Muslim diyar kir ku Şervan ji biçûkatiya xwe ve li dijî neheqiyê derdiket, mirovekî berxwedêr bû û got, "Ez dizanim di nava me de malbatên şehîdan ên xwişka xwe, birayê xwe, bavê xwe, keça xwe, kurê xwe winda kirine hene. Ez jî êdî yek ji wan im. Ji bo ez bavê şehîd im, ez ser bilind im."
"Li Til Koçer tenê çeteyan winda nekir'
Muslim bi kurtasî li şerê navxweyî yê li Sûriyê ku di sala 2011'an de dest pê kir û dîroka şoreşa Rojava jî rawestiya û wiha got:"Em bi çavgirtî ber bi şoreşê ve nemeşiyan. Me bi hêz dest bi şoreşê kir. Dema me dest bi şoreşê kir, me ji ezmûnên Şêx Seîd, Seyid Riza, Barzanî, Dr. Qasimlo û Serok Apo sûd wergirt." Hevserokê PYD'ê Muslim diyar kir ku ji sala 2004'an û pê ve rejîma Sûriyê zext û îşkenceyên giran li wan kiriye û got, "Şoreşa li Rojava tê jiyîn şoreşeke dîrokî ye. Me mafê parastina rewa ji xwe re esas girt, me hemû komên etnîkî û dînî yên li Rojava parastin. Me saziyên xwe yên sivîl ava kirin û bi hemû pêkhateyan re Meclisa Gel a Rojava damezrand. Ji bilî çend bajaran, hemû herêm di destê me de ye. Ji ber ku em bi fikar in bi destê hin hêzan şerê Kurd-Ereb were derxistin, em vê gavê dest danaynin ser rêveberiya van bajaran.
Niha jî em li hemberî çeteyên ku îdîa dikin ku ji bo cîhadê şer dikin, têdikoşin. Lê em baş dizanin ku ew maşik in. Ew îdîa dikin ku kurd kafir û bê dîn in. Ji derbeya ku DYE û hêzên rojava di nava 10 salan de li Afganîstanê li El Qaîdeyê xist, me gelekî jê zêdetir di nava salekê de lê xist."
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, bidestxistina deriyê sînor û bajarê Til Koçer ji aliyê YPG'ê ve, bi van gotinan nirxand: "Li Til Koçerê bi tenê çete têk neçûn, di heman demê de hêzên li pişt wan jî derbeyên mezin xwarin. Rojava ev 6 meh in di nava dorpêçiyeke mezin de ye, bi deriyê nû re êdî emê vê dorpêçiyê bişkînin."
'Ez bi hêza gelê kurd derketim derveyî welat'
Muslim got ku ji bilî kurdan wan ji kesî tu alîkarî nestendiye û got, "Derman û xwarina li her çar parçeyên Kurdistanê kurdan bi derfetên xwe kom kirine, bi mehan li deriyên sînor hatin rawestandin. Zivistana bihurî gelê Rojava di nava şert û mercên gelekî giran de derbas kir. Kamyoneke derman ji bo ji başûrê Kurdistanê were derbaskirin, carna 10 rojan carna jî mehekê em mijûl dibûn. Rêveberiya Başûr jî mîna sedeqeyê bide ji bilî çend tanker sotemenî tu alîkarî neda, me ev ji bîr nekirin."
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li ser astengkirina çûyîna wî ya başûrê Kurdistanê ev agahî da: "Dema ez li Hewlêrê bûm ji min re gotin ku di çûyîn û hatina Rojava de tu pirsgirêk nîn e. Ez jî li ser vê yekê, ji bo serdanên sersaxiyê yên ji bo kurê min Şervan pêşwazî bikim, çûm Rojava. Lê belê di vegerê de pêşî li min girtin, çend rojan li ber deriyê sînor ez sekinîm. Ez dizanim ku ev astengî yekser di civîna navenda PDK'ê de hatiye wergirtin. Di ser de jî gotin ji ser Enqere, Şam, Tehran û Bexdayê re derbas bibe. Lê belê min bi ya wan nekir. Ez bi vîna cewherî ya gelê kurd bi hêza gelê kurd derketim derveyî welat."
'Emê destûrê nedin ku Cenevre bibe Lozan'
Muslim diyar kir ku di meha pêş de hêzên navneteweyî wê li Cenevre ji bo çareseriya krîza Sûriyê konferansê lidar bixin, di vir de beşdariya kurdan gelekî girîng e û got, "Kurd li eniyan têk neçûne, timî li dora masê winda kirine. Lê belê vê carê wê bi vî rengî nebe, bila kes bi me re bazariyê neke, emê destûrê nedin Cenevre bibe Lozan. Di vî warî de em hemû amadekariyên xwe dikin."
Panela rastî eleqeyek mezin hat, bi bersvidayîna pirsên beşdaran bi dawî bû.