Berlin
Komek hunermendên kurd ên li Almanyayê dijîn ji bo Komîsyona Daxwaznameyan a Meclisa Federal nameyek şandin û xwestin nasnameya kurdî bê naskirin.
Roja 15'ê mehê li Meclisa Federal dê encamên "Bila Nasnameya Kurdî Bê Naskirin" bê nîqaşkirin. Li ser vê yekê komek hunermendên kurd nameyeke ji Meclisa Federal re şand. Li ser navê hunermendan, hunermend Memo Gul name ji Serokê Komîsyona Daxwaznameyan a Meclisa Federal Kersten Steinke re şand û wiha got: "Em hunermendên ji herêmên cihê yên Kurdistanê û xwedî fikrên cihê ne ku em piştgirî didin kampanyaya ku di bin pêşengiya YEK-KOM'ê de hatiye lidarxistin. Roja 15'ê mehê li ser kampanyaya di Meclisa Federal de dê danişîn li dar bike û em dixwazin hemû mebûsên partiyan û komîsyona daxwaznameyan vê daxwazê qebûl bike.
Naskirina nasnameya kurdî dê bibe wesîle ku koçberên kurd jî wekî komên koçber ên din bibin xwedî heman mafan. Em dixwazin bibîr bixin ku daxwazên di kampanyayê de daxwazên hemû kurdan in. Ji ber vê yekê bi hêvî dikin hûnê hûrbînî li meseleyê binêrin û daxwazê di komîsyonê de qebûl bikin."
Hunermendên ku şanenava xwe avêtiye bin nameyê ev in: Xemgîn Bîrhat, Cewat Merwanî, Peywan Arjîn, Diyar, Ali Ikizer, Deniz Deman, Mehmet Yapistiran, Serhat Karakas, Memo Gul, Koma Siyabend, Kemal Ceylan, Merdan, Hekîm Sefkan, Sosin, Eylem, Sîpan Xelat, Simar, Comerg, Şiyar Mûnzûr, Hozan Serdar, Şengul, Huseyin Ciftci, Mazlum Adibelli, Ali Îhsan Dogan, Alîn.