AMED
Komeleya Sarmaşik ku li Amedê ji bo alîkariya kesên feqîr hatiye avakirin, 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Salona Resepsiyê ya Tîgrîsê ya Sumerparkê li dar xist.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Seroka Meclisa Giştî ya Amedê Fatma Sumbul, Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu, Wekîlê Şarederê Kayapinarê Mahmut Dag, Serokê Giştî yê Komeleyê Dr. Selçuk Mizrakli, endam û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tevlî kongreyê bûn.
Piştî axaftina destpêkê diwan ji bo kongreyê hat hilbijartin. Serokê dîvanê Prz. Mesut Beştaş axivî û bal kişand ser zext û zordariyên li ser Komeleya Sarmaşikê.
Serokê Giştî yê Komeleya Sarmaşikê Dr. Selçuk Mizrakli diyar kir ku di nava 30 salan de bi mîlyonan mirov koçber bûn. Mizrakli, anî ziman ku li welatên din ji bo kesên koçber mal û kar tê terxankirin û wiha dom kir: "Kesên koçber dibin pirsgirêkên wan ên mal, kar û pirsgirêkên din derdikevin. Ji perwerdehiyê û tendurîstiyê bê par dimînin. Li herêmê îro nexweşiya SSPE'yê derketiye."
Piştî axaftinan hilbijartin pêk hat û ev kes ji bo rêveberiya komeleyê hatin hilbijartin: Selçuk Mizrakli, Şerîf Camci, M. Selîm Olçer, Mehmet Işiktaş, Mesut Çetîn, Mahmut Tugrul, Tahîr Yilmaz, Semra Baylan û Seher Akçinar Bayar. Lijneya rêveberiyê dê di rojên pêş me de civîna xwe ya yekemîn li dar bixe, ji nav lijneya rêveberiyê hem kesek ji bo serokatiyê hilbijêre û karbeşiyê pêk bîne.


