Diyarname
Kovara wêjeyê Notosê ji nav edebiyata tirk lîsteya çîroknûsên herî serketî amade kir. Di rêza yekem a lîsteyê de çîroknûs Sait Faik Abasiyanik derket.
Notosê navê 40 çîroknûsên herî serketî diyar kir û anketeke li ser wan çêkir. Di anketa ku bi awayekî fireh hat çêkirin de Sait Faik dengên herî zêde (Sedî 91) bi dest xist û bû yekemîn. 205 nivîskarî di vî warî de fikrên xwe anîn ziman û Sait Faik bû yekemî, piştî wî Sabahattin Ali û Tomris Uyar cihê xwe di destpêka lîsteyê de girtin.
Li nav juriyê de Mehmet Rifat, Oya Baydar, İlknur Ozdemir, Hasan Ali Toptaş, Hasan Bulent Kahraman, Celâl Uster, Oruç Aruoba, Osman Şahin hebûn.
Di lîsteya 40 kesî ku jê 26 nivîskarî jiyana xwe ji dest daye de, kesên di 10'ên pêşîn de cih girtin ev in: Sait Faik Abasiyanik, Sabahattin Ali, Tomris Uyar, Bilge Karasu, Vus’at O. Bener, Furuzan, Cemil Kavukçu, Leyla Erbil, Memduh Ş. Esendal, Orhan Kemal.


