Diljen Ronî*
Di van demên dawî de, nîqaşek ji bo muzîka kurdî derketiye holê. Gazinên wekî “Ji ber ku piştgirî ji muzîka kurdî ya ez çêdikim tune ye. Ezê dev ji muzîka kurdî berdim, ger piştgirî bibînim ezê berdewam bikim” heye. Ji bo vê encamê di medyaya civakî de gelek kesan ev biryar rexne kirin. Yên ku piştgiriyê didin hunermendên wiha difikirin jî hene, yên li dijî wan derdikevin jî hene. Ez rêzê ji raya her kesî re digirim, bêguman mafê van hevalên hunermendan jî heye. Lê belê…
Salên 1987'ê ez 6-7 salî bûm. Di wan salan de min muzîka kurdî nas kir, ji xwe ez kurdî dipeyiviyam û bi her awayî zimanê min kurdî bû. Min ji bilî kurdî tu ziman nizanîbû û em zarok bûn me li muzîka zimanekî qedexe guhdarî dikir.
Sal 1995... Dema ku ez cara ewil çûm li Navenda Çanda Mezopotamyayê, ez bûm şahidê şert û mercên dijwar ku yên xebatkarên wê saziyê. Ji ber ku ew ne tenê muzîkjen, şanoger an hunermend bûn, di heman demê de bi eşqa zimanê kurdî parezerê zimanê dayîkê, çand û hunerê bûn. Pêvajoyeke wisa germ, ji dil, fedakar bû. Piraniya wan ji ber parastin û pêşxistina ziman û çand û hunerê hin ji wan ketin girtîgehê, hinek jî neçar man reviyan ji dervê welat. Ji bo muzîka kurdî pêş bikeve, bi zimanê dayîkê çand û hunera xwe bidomînin û bi taybetî ciwanan fêrî lêxistina enstrumanan bikin bi dil û can dixebitîn.
Di roja îro ez lê dinêrim, ez difikirim ku teknolojî ew qas pêşketi ye û hema bêje her kes dikare di her kêliyê de xwe bigihîne her tiştî û heta dikare li mala xwe rûne û albumeke çêbike. Yanî piştî çend salan tu rabî û bikevî nav nîqaşeke wisa, welleh ez fêm nakim. Helbet ji bo hunermendek piştgirî û dîtina temaşevan pir girîng e ku min gelek caran di nivîsên xwe de nîşan daye ku gerek piştgirî hebe ku bazarek çêbibe û saziyên çand û hunerê rê li ber muzîka kurdî bi taybetî ya modern vekin. Lê dema ku mirov piştgiriyê nebîne, gotina “ezê dev ji muzîka kurdî berdim” ji gotina “ez dev ji xwe, yanî dev ji zimanê dayikê berdim” wekî hev in. Heger bibêjin “ezê dev ji muzîkê berdim” meriv vê yekê dikare fêm dike, lê dibêjin emê dev ji zimanê hunera xwe berdin. Nizanim belkî ez şaş difikirim lê dilê min vê biryarê qebûl nake. Ez bawerim bi pê van gotinan dilê wan hunermendan jî diêşê lê belê ev rê xelet e.
Ma tirkek an îngilîzek ji ber ku piştgiriya gel nedît dê biryarek wiha bide? Dema ku em muzîka kurdî bi kar tînin em ji raya giştî destûrê distînin an dema stran û helbestên bi kurdî dinivîsin garantiya wê heye ku di nav gel de bê ecibandin? Garantiya hunerê tune ye. Em nikarin vê mijarê dîzayn bikin. Ez bawerim gelek kesan jî ev biryara wan wekî tehdîdeke ji bo muzîka kurdî dîtiye. Ez mafên hunermendan heta dawî diparêzim lê ne bi vî awayî.
Rast e! Gelek kêmasiyên me hene. Min gelek caran di gotarên xwe yên berê de behsa wan kiriye. Hezkiriyên muzîka kurdî ji şêwazên nû dûrtir in. Kesên ku muzîka rojava çêdikin zehmetir e ku bigihîjin guhdaran û sedemên vê jî gelek in.
Kesên ku tevî hemû şert û mercên neyînî muzîka kurdî çêdikin û li hemberî qedexeyan li ber xwe didin, berî her tiştî ji bo hurmeta ziman, çand û hunera me ye. Wana jî dikaribû dev ji vî karî berdin û bigotana ''kes guh nade min" an jî bigotana "kes piştgiriya min nake" an jî "ez ditirsim muzîka kurdî çê bikim, ezê bêm girtin, tiştên xirab wê bên serê min…hwd" sedem çi be jî lê belê dev jê bernedan.
Ger Ciwan Haco ku di salên 80'yî de ji ber muzîka wî gelek dihat rexnekirin û digotin Ciwan, muzîka kurdî berovajî kiriye û heqaret lê dihat kirin, gelo wî dev jê berdabûya niha wê bibûya pêşengê muzîka kurdî ya nûjen?
Muzîka kurdî dengê dilê me ye. Ez di vê baweriyê de me ku ew hunermendên ku dibêjin emê devjê berdin jî nikarin devjê berdin û armanca wan jî pêxistina muzîka kurdî ye û belkî dixwazin probleman nîşan bidin û hişmendiyê çêbikin. Rast e, hişmendî pêwîst e ji bo vê mijarê, lê bi devjê berdana muzîka kurdî hişmendî çênabe. Gerek mirov berî her tiştî xebata xwe xurtir bike û çi ji destê me tê gerek em bike. Li gorî min ev nîqaşek vala ye, ji ber ku em kurd in! Em dikarin dev ji dengê dilê xwe berdin? Piştevanî hebe an nebe vê rastiyê naguherîne.
*Gazeteduvar