Diyarname
Bedriye Doku keça wê Gulistan winda ye û li Dêrsimê lê digire. Emîne Şenyaşara ku mêr û zarokên wê hatine kuştin li edaletê digere. Niha têkoşîna van her du dayikan bû belgefîlm û li ser Youtube re hat belavkirin.
Morî Produksiyon ev belgefîlm kişandiye. Belgefîlmê 17 deqîqeyî bi ser hesaba Morî Produksiyonê ya Youtube re hat belavkirin. Navê “Lêgerîna Edaletê ya Du Dayikan: Emîne Şenyaşar û Berdîye Doku” hatiye belavkirin. Di belgefîlm de çîroka têkoşîna her du dayikan tê pêşberî temaşevanan. Û gotina Bedriye Doku “Em Gulîstanê ji heywanan dipirsin, ji teyr û tilûrê Dêrsimê dipirsin, kesek cewabê nade me” û gotina Emîne Şenyaşar “Dibên edaleta me tune herin mal. Edalet tune, tiştek tune, hikumat tune” bi têra xwe her tiştî vedibêje.