Diyarname
Festîvala Fîlman a Edeneyê ya Kozaya Zêrîn bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di festîvalê de xelata mezin Fîlmê Herî Serketî "Denê Bavê Min" girt. Derhêner Zeynel Dogan got: "Ez fîlmî diyarî dayikên li benda aştiyê ne dikim."
19'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kozaya Zêrîn ku ji aliyê Şaredariya Edeneyê ve tê li dar xistin bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Merasima ku li Navenda Kongre û Fûarê ya Navneteweyî ya Edeneyê TUYAP'ê li dar ket de ji aliyê Zuhal Olcay û Mahîr Gunşiray ve hate pêşkêşkirin. Xelata Mezin a Festîvalê "Dengê Bavê Min" girt û fîlmê "Gozetleme Kulesi" jî bi 5 xelatên ku girt mohra xwe li şevê da.
Derhêneriya fîlmê "Dengê Bavê Min" Zeynel Dogan û Orhan Eskikoy kiriye. Fîlmî di heman demê de Xelata Senaryoyê jî bi dest xist. Di dema xelatgirtinê de derhêner Orhan Eskikoy gotina "3 sal berê Serokwezîrî sînemager li hev civandibû û gotibû hûn dikarin çi kedê li vê rewşê bikin. Me tiştê ket ser milê me me kir, em fîlman çêdikin, ji kerema xwe re hûn jî tiştên dikeve ser milên we bikin" anî ziman. Zeynel Dogan jî wisa got: "Ez sipasiya keça xwe Lorînê dikim. Ez li Amedê dijîm. Li cem me balafirên şer bi dengek bilind radibin. Dayik baz didin ber pencereyan. Diya min jî her serê sibê televîzyonê vedike ka aştî çêbûye yan na. Ez vî fîlmî diyarî dayikên Amedê ku wekî Basê (diya Zeynel Dogan û serlîstikvana fîlm) li benda aştiyê ne û diyarî dayikên ji balafirên şer nefretê dikin, dikim."
Derhêner Reis Çelik ku bi fîlmê xwe "Lal Gece" xelata Temaşevanên Edeneyê girt wisa got: "Me her hêstirên dayikan dan rijandin. Me bi dayikên yên li çiyan, yên leşkeran hêstin dan rijandin. Êdî em van hêstiran bidin rawestandin. Em li hemberî vî şerî xwe bikin mertal. Ger rêveber ji bo rêyan şer dikin em jî dest ji kişandina fîlman berdin. Ey gel, êdî em vî şerî bidin rawestandin."
Lîstikvan Menderes Samancilar ku xelata Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî girt jî wisa got: "Bi vê xelatê ez kêfxweş bûm, lê ez ne kêfxweş im. Kengê aştî were welatê me em hemû wê çaxê emê kêfxweş bibin."
Di şevê de derhêner Pelin Esmer jî bi fîlmê xwe "Şimdiki Zaman" xelata Derhênera Herî Serketî girt.
Vane xelatên ku hatin belavkirin:
- Fîlmê Herî Serketî: Dengê Bavê Min (Der: Orhan Eskikoy - Zeynel Dogan)
- Xelata Yilmaz Guney: Şimdiki Zaman (Der: Belmin Soylemez)
- Derhênera Herî Serketî: Belmin Soylemez
- Xelata Temaşevanên Edeneyê: Lal Gece (Der: Reîs Çelîk)
- Lîstikvanê Herî Serketî (Xelat dan du kesan): Engin Gunaydin (bi rola di fîlmê Yeralti de). Îlyas Salman (Bi rola di Lal Gece de)
- Lîstikvana Herî Serketî: Nilay Erdonmez (Gozetleme Kulesi)
- Xelata Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî (Xelat dan du kesan): Latin Ceylan (bi rola di Gozetleme Kulesî de), Nihal Yalçin (Bi rola di Araf de)
- Xelata Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Menderes Samancilar (Gozetleme Kulesi)
- Xelata Derhênerê Herî Serketî: Osman Oscan (Araf)
- Vesazkirina Herî Serketî: Oner Biberkoku (Sîîrt'în Sirri)
- Xelata Teşwîqê ya Juriyê: Evin Demirhan (Sîîrt'în Sirri)
- Xelata Fîlmê Herî Serketî ya SÎYAD'ê: Şimdiki Zaman (Belmin Soylemez)
- Xelata Fîlmyon: Şimdiki Zaman (Der: Belmin Soylemez), Yuk (Erden Kral)
- Xelata Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Ozkur Eken (Gozetleme Kulesi)
- Senaryoya Herî Serketî: Orhan Eskikoy (Dengê Bavê Min)
- Xelata Juriyê ya Taybet: Sîîrt'în Sirri (Der: Înan Temelkuran)