Diyarname
Lîstikvanê fûtbolê yê navdar Cristiano Ronaldo niha li Stenbolê mêvanê temaşevanan e. Helbet em qala Ronaldoyê rastîn nakin, Ronaldoyê ku peykerê wî yê cureyê mûmê hatiye çêkirin.
Madame Tussauds İstanbul ku li Kolana Îstîklala Beyogluyê muzeyek e niha ji bo peykerê Ronaldo mazûvanî dike. Peykerê ku 10 roj berê li New Yorkê bû niha anîn Stenbolê û ji bo temaşevanan hat pêşkêşkirin.
Muzeya Madame Tussauds İstanbul anketek çêkiribû û pirsa "Hûn dixwazin peykerê kîjan navdarî hebe" kiribû û Cristiano Ronaldo derketibû pêş.
Muzeyê niha ev peykerê ji mûmê hatiye çêkirin anî û li muzeyê pêşkêş kir.
Çêkirina vê peykerî 170 saet dom kiriye. Por û bijangên wî yek bi yek bi cih kirine ku ev tenê 140 saet dom kirine.
Agahiyên li ser muzeyê: Madame Tussauds İstanbul 6 sal berê roja 28'ê sermaweza 2016'an hatiye vekirin û heta niha ligel ev fîgurê Ronaldo bi temamî 71 fîgur lê hene.
Agahiyên li ser Ronaldo: Lîstikvanê navdar C. Ronaldo çend roj berê ji tîma xwe Manchester Unitedê veqetiya. Ew niha ligel tîma neteweyî ya Portekîzê di Kûpaya Cîhanê 2022'yan de dilîze. Piştî kûpayê dê here kîjan tîmî, dê diyar bibe.
Ji bo yên bixwazin bibînin, navnîşana muzeyê: Grand Pera, Istiklal Cad no: 56/58, Istanbul, Turkey
Peykerê Ronaldo yê ku anîne Stenbolê.