Diyarname
Weqfa May Chidiac (MCF) her sal Xelata "Exceptional Courage in Journalism Award” (Di Warê Rojnaemgerî de Xelata Dilpolayiyê) dide û ev xelat îsal da rojnamegera kurd Zehra Dogan.
Merasima xelatdayînê 11'ê mehê li Seaside Arena ya li Beyrûdê li dar ket. May Chidiac ku bi axaftinek dest bi merasimê kir wisa got: "Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye wekî gîrtîgehek servekirî. Yên ne li hundir jî nikarin binivîsin. Ji bo rojanemgerek ger rastî nenivîse jixwe xwe wekî di girtîgehê de dibîne. Lê di van ÅŸertan de gelek rojnamegerên ku ber xwe didin jî hene. Yek ji wan jî Zehra Dogan e."
Zehra Dogan ku bi kincên neteweyî yên lixwe kirî derket ser dikê, axivî. Dogan got ku ew vê xelatê li ser navê gelên li Rojava digire û ew diyarî rojnamegerên ku li Rojava li dû nûçeyên rast in dike.
Her wiha di merasimê de ji bo warên cur bi cur xelat dan fotografkêÅŸ û nûçegîhanê ÅŸer Paul Conroy, rojnameger Zeina Yazigi, NATAS Emmy Academy û Serokê LGMA Georges Leclere, qunciknivîskar David Ignatius.
Ev nûçe ji "Kedistan" hatiye girtin