Gever
Li Gevera Culemêrgê di encama xirakirina gorên gerîlayan de gel îro ji bo şermezarkirinê li kuçeyan bû. Polîsan gule bera gel da, 2 kes hatin kuştin.
Li ber avahiya MEYADERa Geverê bi hezaran kes hatin ba hev û heta ber Oslo Otel meşiyan. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Polîsan bi bombeyên çavsotîner û avê êrîşê gel kir.
Di navbera polîsan û ciwanan de pevçûn derket. Ciwanan bi fîşekên hawayî û molotofan bersiva polîsan da. Di dema bûyeran de polîsan bi guleyan jî êrîşê gel kir, hin birîndar çêbûn. Ji wan Veysel û Reşat İşbilir (ap û biraziyên hev) jî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê. Herduyan İşbilir li nexweşxaneyê wefat kirin.