logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  4. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

Hemû partî li aliyekî, PDK li aliyekî…

  • Dîrok: 24/06/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Gulê Algunerhan

Piştî ewqas gendelî, qeyran û krîza li başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî yên li Başûr ji bo çareseriyê gaveke erênî avêtin. Roja 17’ê gulanê bi amadebûna lîderê tevgera Goran Noşîrwan Mistefa, Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl li mala Mam Celal û Hêro Xan lihevkirina Goran û Yekîtî hat îmzekirin. Di peymana hatî mohrkirin de qala çareseriya pirsgirêkên li başûrê Kurdistanê, aktîfkirina parlemenê û bi taybetî jî parastina nirxên gel tê kirin. Dema xalên vê peymanê ji raya giştî re hatin eşkerekirin, heman rojê rayedarên PDK’ê ji bo rewşê binirxînin li Hewlêrê kombûn. Piştî kombûna PDK’ê ya di bin serokatiya Mesûd Barzanî de derbarê mijarê de daxuyanî hat dayîn. PDK li ber vê peymanê rabû û got: …“PDK li derveyî îradeya gel tu îradeyek din qebûl nake û ezmûna demên berê jî derxist holê ku bê PDK’ê rêvebirina herêma Kurdistanê zehmet e”…

Li vir tişta balkêş ew e ku ji bilî PDK’ê hema bêjin hemû hizb û aliyên siyasî yên li başûrê Kurdistan û temamê Kurdistanê piştgirî dan vê peymanê. Çima PDK li ber vê peymanê radibe? Ji ber ku ew ji bilî xwe tu hêzên din qebûl nake û tevî ku dema serokatiya Barzanî qediyaye jî bi zorê xwe li ser milet ferz dike, vê peymanê jî li dijî desthildatdarî û berjewendiyên xwe yên malbatî û eşîriyê dibîne. PDK bi polîtîkaya xwe ya Şengalê, Rojava û peywendiyên xwe yên pirr pirr baş yên bi dewleta Tirk re tê naskirin û zanîn. Lewma qet naxwazim van mijaran dubare û sêbare bikim. Lê belê li vê derê ya girîng ku divê mirov îşaret pê bike, girîngiya vê peymanê ye. Niha halê hazir dema em rewşa li başûrê Kurdistanê bidin berçav, mirov dikare pir bi rihetî bêje, gelekî mixabin Başûrê welatê me bûye 2 perçe. Parlemen bê fonksiyon, milet bê mûçe, deriyê Sêmalka girtî, buroya jinan REPAK girtî, herî dawî jî biryara girtina Serokê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa û hwd…

Ê de kurdno, werin kumên xwe deynin ber xwe û hinekî li ser vê mijarê biponijin. Mesele ne YNK, GORAN, PKK û partiyên din in. Mesele ev e; PDK rasterast li dijî demokrasiyê û yekîtiya kurdan dixebite. Bêyî ku berjewendiyên Kurdistanê bifikire, li gorî dilê xwe parlemenê digre, rojnamegeran digre, biryara girtina lîderên partiyên kurdan dide û ambargoya li dijî qaşo “birayên xwe” didomîne. Êdî nabe mirov PDK’ê bêyî AKP û AKP’ê jî bêyî PDK’ê bifikire. Lê wer xuya ye ku PDK çi dike bila bike, piştevanî û destekên ji bo vê lihevkirinê jî zêde dibin. Heta mirov wekî pêşbîniyekê jî dikare bibêje, di demên pêş de ew ê, ev peyman berfireh bibe û bibe eniya demokrasiyê…

…Biryara girtina serokê tevgera Goran, Noşîrwan Mistefa jî bi serê xwe mijareke cuda ye ku mirov li serê raweste. Çawa ku Noşîrwan Mistefa di 15’ê hezîranê de got: “em hewil didin bi YNK’ê re biryardayîna yekalî ya sîyasî bi dawî bikin”. Biryara girtina wî hat dayîn. Tevgera Goran jî vê biryarê wekî biryareke siyasî nirxand û ragihand ku wan ekîbeke taybet amadekiriye da ku dosya, sûc û gunehên Mesûd Barzanî berhev bike. Li gorî tevgera Goran wan hin belge û delîlên derbarê sûcên Barzanî de komkirine û sernavên wan belgeyan jî ev in;

“Roja 31 Tebaxa 1996’an bi tankên Saddam ket Hewlêrê.

Teslimkirina bajarê Şengalê bo çeteyên DAIŞ’ê.

Bazirganî û ticareta bi çeteyên DAIŞ’ê re.

Astengkirina sazî û destgehên Neteweyî.

Birrîna mûçeyan

Talankirina Kurdistanê û dizîna pereyên neftê.

Revandin û kuştina rojnamegeran…”

Tevgera Goran diyar kir ku piştî wan dosya temam kir ew ê dozê li Mesûd Barzanî vekin. Belê, eger niha van îdîayên ku Goran ji raya giştî re eşkere kirin rast derkevin gelo wê Mesûd Barzanî çawa hesabê bide vî gelî? Û eger ev xalên rêzkirî tenê îdîa bin çima PDK bêdeng e???

Axirr, niha mirov li tabloya hizb û partiyên Kurdistanî binêre, pir eşkere xuya ye ku eniyek ji bo parastina nirxên Niştîmanî berfireh dibe. Lewma min di sernivîsa xwe de got, hemû partî li aliyekî, PDK li aliyekî. Yanî mirov dibê qey hemû hizb û serkirdeyên kurdan nebaşiya Kurdistanê dixwazin û tenê PDK ji bo qaşo “serxwebûna Kurdistanê” dixebite. Lê bêguman ev nêzîkatî ne karê aqilan e. Lewma ev demeke dirêj e di serî de PKK gelek partiyên kurdan banga lidarxistina Kongra Neteweyî dikin. Bi taybetî jî di nava van 10 rojên dawî de ji Besê Hozat, Cemîl Bayik heta Murat Karayilan û hwd… banga lidarxistina Kongra Neteweyî û avakirina hêza hevpar a parastinê hat kirin. Di vê rewşê de ku şerê giran li Kurdistanê heye êdî tu luksa partiyan tuneye ku vê civînê paş de bixin. Ez bawerim piraniya partiyên kurdan hay ji vê hene. Lewma êdî divê PDK jî dest ji AKP’ê berde. Eger na, kurd dikarin bêyî PDK’ê jî kongre, konferans û civînên neteweyî li dar bixin. Lê belê hebûna PDK’ê ya di van civînan de girîng û muhîm e. Divê PDK guh bide bangên partiyên kurd û Kurdistaniyan…

24.06.2016, Azadiya Welat

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Karîkaturên 'Înce Memed' di vê pêşangehê de ne

ad

Hozan Bengî avêtin hepsê

ad

Li Şirnexê jî berendamê Şaredariyê diyar bû

ad

Bi dehan kurtefîlm li benda temaşevan in

ad

Şaredarê CHP’yî yê berê beşdarî BDP’ê bû

ad

Pamukoglu partiyeke ava kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname