___Dilyar Amûdî___
Tê bîra min gava TRT'ê TRT 6 vekir û dest bi weşana kurdî kir. Wê çaxê hinek li dij derdiketin û hinekan jî piştgirî didayê. Îro jî li dewleta Sûriyeyê ku israr dike peyva "erebî" ji navê xwe yê fermî dernexîne, wê jî dest bi weşana kurdî kir.
Hîn nizanim kî çi dibêje çi û kî pê re ye û kî li dijî wê ye. Ez vê dizanim ku kurdan ew neçar kirin ku kurdî têxin nav zimanê weşana xwe ya fermî de.
Belê ajansa Sûriyeyê ya fermî ya nûçeyan SANA jî dest bi weşana kurdî kir.
Ji bo kesên nizanin Sana kurtkirina "Ajansa Erebî ya Sûrî ya Nûçeyan" e anku ( Syrian Arab News Agency). Ev ajans di sala 1965'an hatiye damezrandin ku wê çaxê Partiya Beesê li ser hukim bû. Jixwe heger hûn bala xwe bidin navê ajansê jî hûn ê şûn û bandorên Beesê tê de bibînin. "Ajansa Erebî"; peyva erebî berî sûrî ye. Ev jî îdeolojiya Beesê nîşan dide ku çawa ereb û erebî di ser û li pêş her tiştî bûn.
Lê helbet wekî her tiştên Sûriyeyê ew ajans jî bê bandor bû û tenê derewên rejîmê diweşandin.
Ji 65'an ve sal çûn û sal hatin; rejîma Sûriyeyê her kurd û kurdî înkar kirin, her fişar, girtin û zilm kirin lê kurd man, bûyerên Sûriyeyê qewimîn û DAIŞ hat û kurdan ew jî têk bir. Kurdan her li ber xwe da, bi, bi şaş û rastiyên xwe, bi xurtî û kêmasiyên xwe, wan her got ev xaka me ye û em li vir in. Esed jî reviya û Colanî hat. Lê hîn jî naxwazin mafê me bidin me. Lê belê mecbûr dimînin û bê dilê xwe jî hebûna me qebûl dikin. 10 Adarê (2025) neçar man ku hebûna kurdan qebûl bikin û berî du rojan wan jî zimanê me li ajansa xwe ya erebî zêde kir.
Ji bo ku hûn fêm bikin bê rewş çawa bû; di televîzyona Sûrî de, tu carî behsa kurdan nedibû, wisa tevdigeriya wekî ku bi mîlyonan kurd li cîhanê tune ne. Tê bîra min, demekê straneke mêrdinkî bi tembûrê li ser televîzyonê derketibû, em ecêb mayî mabûn. Stranên mêrdinkî stran in wisa ne ku erebiya Mêrdîn û kurdî tev li hev in. Anku di hişê medyaya Sûriyeyê de kurd nebûn.
Wekî min di serî de got, ez nizanim kî çi dibêje lê li gorî min; ev jî destkeftiyeke kurdan e. Divê em bi destê kesekî bernedin. Kurdên zana, baş û welathez û kurdhez tê de bixebitin baştir e ku nezan û nebaş tê de bixebitin. Ew jî qadeke têkoşînê ye. Li wir jî şerek heye ku nûçeyên rast, agahiyên rast biweşînin. Bi gotin û peyvên xwe hebûn û mafên kurdan biparêzin. Dizanim carinan ne hêsan e lê divê mirov dê çi ji destê wî tê, bike û eger nebû dikare biçe. Lê nabe bê ceribandin û hewldan dev jê berde.
Divê vê bibêjim; mafê me diyar e. Mafê me welatekî yekperçe û serbixwe ye. Çi kesê vî mafê me qebûl neke û hewl bide bixwe; ew kes zalim e, dagirker e, neyar e, heqxwer e, bêbext û bêwijdan e jî. Ne zimanê SANA'yê û ne xweserî, ne federasiyon ne jî tiştekî din têra me nake û derd û êşên me derman nakin. Lê rastiyên dinyayê hene. Em ê li gorî mercan tevbigerin û derfetan ji destê xwe nebin. Em her derfetê bi kar bînin bo em xurtir ber bi mafê xwe yê rewa ve biçin.
Ez hinekî li ser zimanê ajansê jî biaxivim. Bi giştî zimanê wê ne xerab xuya dike. Lê hinek mînakên nivîsînê yên balkêş hebûn; bajarê Tertûs wekî Tartûs, Meclis wekî Meclîs û Komisyon/komisyon wekî Komîsyon hatibûn nivîsîn. Ev şêwazê nivîsê bêtir ji ber zimanê tirkî li Serxetê berbelav e.
Li vir ji bo min ne girîng e ka xebatkar serxetî ne yan binxetî ne. Hemû kurd in û bi zimanê me dinivîsin. Her wiha ew sînor ne sînorên me ne. Lê her wiha hesteke wisa jî dide mirovî ku Ajansa Anadoluyê dest daniye ser wî beşê SANA'yê û wî bi rê ve dibe. Baştir e ku kurd hewl bidin têxin destê kesên çê û vê destkevtiyê biparêzin.
Di dawiyê dîsa dibêjim, jixwe êdî bi dehan televîzyon û malperên me hene. Pêwîstiya me bi wan agahiyên SANA'yê tune ye jî lê me ew neçar kirin ku vê bikin û bika ew neçariyan wan her û her bimîne! Bila biteqin!
***
Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Werger û rojnamegerî: Yek mînak
- Gelo bi rastî peyva 'Reşo' nijadperestî ye?
- Çivanoka Muhlenbergî û rewşa kurdan
- Beşa winda hat dîtin: Zimanê hindoewropî ji ku hatiye?
- Çiqolata û Qomisyon û hinek peyvên din: Kîjan rast e?
- Kurdistan serbixwe be dê bihuşt be?
- Gelo mirov dikare bêriya kesekî bike ku ew nedîtiye?
- Çîroka kurdeke bi navê Mana; Zimanê muşterek û ortak dil
- Kîjan rast e; berî 10 salan yan 10 sal berê?
- Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?
- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e
- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'
- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn
- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?
- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?
- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!


