logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Di bîrek tarî de 'Şeva Kor'
  2. Ji bo Tirkiyeyê siûda dawî ye!
  3. MU'yê Carrick qewirand; îdîa ew ku Pothettino tîne ser kar
  4. Kemal Necim ji bo Serokatiya HRRK'ê hat hilbijartin
  5. Keleha Mêrdînê û 81 kaniyên li derdorê
news-details

Derûnnasiya Bijarte, berxwedan û berevaniya nasnameya serdest li hemberî arezû û daxwazên wekheviyê yên bindestan

  • Dîrok: 04/11/2026
  • Beş: Serbest

 


___Brahîmê Alûcî___

 


Destpêk

Ez ê di vê nivîsê de hewl bidim berevanî û berxwedana di nasnameya serdestan de ya ku li hemberî arezû û daxwazên bingehîn ên demokratîk ên bindestan de derdikeve holê, bi nêrîneke derûnkolerî  (psychoanalysis) û derûnnasiya civakî  (social psychology) ango derûncivakî şîrove bikim. Di vir de keresteya sereke ev e: rewşa serdestan di dîrokê de wekî nasnameya pîvandar (normative) a dewletê hatiye saz û avakirin û ev yek bijarteyeke nedîtî  (invisible privilege) daye takekesên pê ve girêdayî û pêgirtiyên wê. Arezû û daxwazên wekheviyê wekî windakirina vê bijarteyê têne dîtin û wisa tê hestkirin û jiyîn, birînên narsîsîstîk  (narcissistic injury) çêdikin û berevaniyên hevpar  (collective defenses) ên civaka serdest dixin meriyetê. Ez ê vê berevanî û berxwedanê bi alîkariya têgehên derhişiya pîvandar  (normative unconscious), rewakirina pergalê  (system justification), nazikbûna nasnameyê  (identity fragility) û bi dahûrînên Fanon û Kovel de bixwînim û di dawiyê de nîşanî we bidim ku çareseriyeke mayînde, hewcedariya pêvajoyeke şînûşûnê  (mourning), xebitandina rê  (working through) û tamîrkirinê  (repair) û nûşiyanê (resilience) pê re heye.

Derûnnasiya bijarte pirs û girêka serdest-bindestan a li ser serdestiya maf û heqiyê ye, ev tenê ne meseleyeke dadî û hiqûqî û siyasî ye; di heman demê de meseleyeke derûnî û giyanî ye. Dema bindest perwerdehiya bi zimanê dayikê, nûnertiya siyasî û welatîbûna wekhev dixwazin, bersiva serdestan pirî caran ne ji hesabên aqilmend, lê ji hestên kûr û bi piranî derhişî  (unconscious) derdikevin holê.

 

Bijarte û Derhişiya Pîvandar

(Privilege and the Normative Unconscious)

Bijarte  (privilege) wekî avantajên ku bêyî maf û heqkirinekê li ser bingeha girêdayîbûna bi koma civakî (nijad, etnîsîte, zimanê dayikê, zayend, çîn û hwd) ya serdest têne bidestxistin û wisa tê pênasekirin û pejirandin. Ji navê dewletê bigire, zimanê fermî, perwerdehî, dîroka dibistanan, navên erdnîgarî û têgeh hemû li ser ziman, çand û dîroka serdestan hatine saz û avakirin. Ji ber vê yekê takekesên ku zimanê wan ê dayikê yên serdestan e ji van avantajan bêyî ku haya wan jê hebe sûd werdigirin û xwe pê serbilind dikin. Bijarte, ne tiştekî ku mirov bi fikr û ramanê hildibijêrin; ew wê wekî çermê xwe (mafê siruştî) dibinin û hildigirin loma nayê hîskirin û ferqkirin.

Mirov dikare vê diyardeyê bi têgeha derhişiya pîvandar  (normative unconscious) rave bike. Norm û nirxên civakî ewqasî kûr dikevin serûbinê derûn û giyana takekesan ku ew wan wekî xwezayî, navendî û “siruştî” dijîn û pozîsyonên êdin (other) wekî “duyemane” û “sêyemane” dibînin. Di vê rewşê de takekesê serdest dikare bi rehetî û siruştî û bi dilpakî bibêje “em ji xwe wekhev in”, ji ber ku li jêr ve (rewşa bindest) tiştek nayê dîtin û hestkirin (lewre bindest jî mîna wan tevdigerin). Ev nebûna hest û dîtinê ne derew e; ew xebat û fikr û ramana derhişiyê ye. Lê gava takekesek bi “siruştîbûna” xwe ve ewqasî girêdayî be, rexneya wê siruştîbûnê dibe êrîş û gefa li ser xwebûna wî/wê.

 

Birîna Narsîsîstîk û Rageşiya Windakirina Bijarteyê

(Narcissistic Injury and Privilege Loss Anxiety)

Ji perspektîfa derûnkolerî ve, ziman, çand û nasnameya serdest ji ber ku wekî nasnameya damezrîner a dewletê hatiye bicihkirin, di xwebûna takekesan de cureyekî hesta serdestiya narsîsîstîk  (narcissistic superiority) çêkiriye. Freud nîşanî me da ku mirov girêdayîbûna xwe ya bi îdealên xwebûna xwe re bi riya nasnameyên mezintir hîn xurttir dike; û narsîsîzma hevpar  (collective narcissism) ji vê pêvajoyê derdikeve hole. Dema nasnameyek bi mîtên wekî dewlet-netew a homojen û “yekîtiya miletî” tê avakirin, her arezû û daxwazeke wekheviyê wekî xerakirin û hilweşandina van mîtan tê dîtin û jiyîn û wisa tê pejirandin.

Arezû û daxwazên bindestan ên wekî perwerdehiya bi zimanê dayikê an mafên çandî, ji bo nasnameya serdestan ne tenê arezû û daxwazên siyasî ne; ew dikarin birîn û birîndarbûneke narsîsîstîk  (narcissistic injury) çêbikin û di derûn û giyanê de rageşiyeke windakirina bijarteyê  (privilege loss anxiety) bidin destpêkirin. Li pişt vê tirs, saw û rageşiyê pirs û girêkên bêdeng hene: Heke ev maf û heq rewa bûn, çima dewleta me ya ‘bijarte’ ev paşguhkirin? Gelo avahiya dewlet û nasnameya me li ser neheqiyekê hatiye avakirin? Ev pirs hestên giran ên wekî sûcdarî  (guilt), şerm  (shame) û bêhêvîbûnê bi xwe re tînin. Derûn û giyan ji bo ku xwebûna (self) xwe ji van hestan rizgar bike, serî li mekanîzmayên berevaniyê  (defense mechanisms) didin.

 

Mekanîzmayên Berevaniya Hevpar

(Collective Defense Mechanisms)

Berevaniya yekem înkar  (denial) e. Bindest wekî tune tên hesibandin û bi ti awayî ti tiştên wan nayê pejirandin û hewl ew e ku di fikr û ramana serdestîtiya wan diyarkirinin de bên helandin û bişavtin (assimilation). Hemû arezû û daxwazên bindestan wekî “parçekirin” an “sûcdarî”yê tên kodkirin.

Berevaniya duyem rengvedan  (projection) e. Dema serdest neheqiyên dîrokî yên li bindestan hatiye kirin dibihîzin, bi awayekî derhişî wiha bertekan nîşan didin: “Em (serdest) ne xerab in, me tu xerabî li kesî nekiriye; hûn hewl didin xerabiyê li me bikin.” Tiştê ku di wî/wê de nayê hilgirtin (şerm, sûcdarî, tirs û rageşiya ji neheqiya kirî) li ser yên-din (êdin) tên dîtin û ferzkirin. Bi vî awayî berevajîkirina faîl-mexdûr  (perpetrator-victim reversal) çêdibe. Bindestên ku hebûn û mafên wan hatine înkarkirin, wekî faîlên ku li “parçekirina welêt” digerin tên dîtin û serdest xwe wekî mexdûr dibîne û wisa jî ji vê yekê yeqîn dike (pêgirtiyên serdestan ji serdestan hîn tûjtir dibin hoker û parêzvanê vê pergalê). Ev yek êdinkirinê  (othering) û dijminkirina civakî qewîn û xurt dike.

Berevaniya sêyem parçebûn ango dîsosiyasyon  (dissociation) e. Mirovekî ji çîna serdest dikare li hemberî neheqiyên ku li serdestên mîna wî/wê têne kirin pir peljen û hesas be, lê miameleyên giran û xerabtir ên ku li bindestan têne kirin ber bi radara baldariyê wî/wê nakevin. Ji ber ku bindest, rewşa bindest û pirs û girêkên wan ji çalakiya hişî û hişmendî ya siruştî hatine dûrxistin, loma sepandina du standardên cuda hêsan dibe û ne wekî rewşa dualî tê hîskirin. Rasyonalîzekirin  (rationalization) jî vê pergalê têkûz dike: gotinên wekî “mafên-bi-dest-ketî” an “dewleta yekgirtî” wekî sedemên maqûl tên bikaranîn, lê di rastiya derûn û giyanê de karê wan berevanî û parastina yekparebûna narsîsîstîk a nasnameyê bi xwe ye.

 

Rewakirina Pergalê û Serdestiya Civakî

(System Justification and Social Dominance)

Berxwedan û berevaniya serdestan tenê ji pêşdarazên takekesî dernakeve; mekanîzmayeke civakî jî di nav vê rewşê de heye. Li gorî bîrdoziya rewakirina pergalê  (system justification theory), meyla mirov heye ku nîzama heyî dadmend û xwezayî (siruştî) bibîne, heta ku ev nîzam ji wan re jî neheq be jî (mafê wan jî binpêbike). Di nav komên serdest de ev meyl bi taybetî xurt e, ji ber ku bawerkirina bi dadmendiya nîzamê dihêle ku hesta sûcdariyê hest nekin û rewşa tawanbariyê nekeve meriyeta xwebûnê. Bîrdoziya serdestiya civakî  (social dominance theory) jî nîşanî me dide ku komên serdest, hem di asta takekesî hem jî di asta saziyî de, meyla îdeolojiyên ku hiyerarşiyê qewîn dikin, bi wan re heye.

Ji aliyê derûnkolerî ve, ev meyl ji bo berevanî û parastina yekparebûna narsîsîstîk e. Gotinên bi niyeta baş, wekî “biratiya serdest-bindestan”, pirî caran arezû û daxwazên nasname û mafên xweser ên bindestan bêbandor dikin ango nêtar  (neutralization) dikin; ew ne dengê biratiyeke wekheviyê ye, ew bêdenkirina denge maf û heqiyê bi xwe ye. Herçend hinek vê ji dil û can bibên jî ew dikarin wekî berevanî û berxwedaneke nermtir li hemberî dengê wekheviyê kar bikin.

Nazikbûna Serdestîtiyê

Têgeha nazikbûna spî  (white fragility), nîşanî me da ku nasnameyên bijartedar li hemberî biçûktirîn tirs, saw, rageşî û tengasiya nijadî jî bertekên berevanî yên wekî hêrs, xof, tawan, sûcdarî, bêdengî an dûrketinê nîşanî me didin. Cudakarî û dûrbûna hestî, înkar û rasyonalîzekirin di nav takekesên neytbaş de jî dikare bidome. Ev bertek bi çend sedeman re têkildar in: ji ber ku yên bijarte nayê dîtin, xuyabûna wan wekî gef tê jiyîn; ji ber ku mirov bi nerehetiya li ser nasnameya xwe re mezin bûye, axaftina li ser wê neadetî ye; ji ber ku nijadperestî bi “kesên xerab” re tê wekhevkirin, rexne wekî êrîşa takekesane tê fêmkirin; û ji ber ku mirov xwe wekî “tenê takekes” û “bêalî” dibîne, loma rûbirûbûna bi pergalê re dijwar zehmet dibe.

Dema em li beş û bibeşên berfireh ên civakê dinêrin ku di mijara bindestan de bi başî û qencî nîqaşan nakin, û bertekên pir tund jî nîşanî wan didin, gotina nazikbûna serdestîtiya wan sînorê wê diyarkirine pêkan û mimkûn xuya dike. Hevokên wekî “ew dixwazin em ji serdestîtiya xwe şerm bikin” nîşan didin ku pênaseya welatîbûnê ya ku hemû welatiyan bigire nav xwe bi mecbûrî wekî devjêberdana ji nasnameyê tê jiyîn. Redkirina pêşniyara nasnameyeke serdest  (superordinate identity) pirî caran bi bertekên zarokane, bi deq û etîketên “xiyanet” an “dabeşkarî”yê tê pêşwazîkirin. Ev ne bertekeke takekesî ye; ew berevaniyeke ku ji aliyê çandî ve şemal û teşe ji xwe re girtiye. Tiştê ku tê parastin ne nirxeke giştî ye, lê nasnameyeke ku xwe bi bijarteyê ve girêdayî ye ango tunebûna wekî tunebûna xwebûna xwe dibînin.

 

Fanon, Kovel û Înkara Ontolojîk

(Fanon, Kovel and Ontological Denial)

Fanon nîşanî me da ku di têkiliyên kolonyal  (colonial) de nasnameya serdest îdeal tê dîtin û kirin, û nasnameya êdin tê tepeserkirin. Têgeha wî ya şemaya nijadî ya epîdermal  (epidermal racial schema) tê wê wateyê ku takekes ne tenê bi xwe, lê wekî bedeneke nijadkirî  (racialized) ya ku di dîrok û çandê de hatiye kodkirin tê dîtin. Axaftina zimanê bindest, xwedîbûna navekî bindestî an nîşandana çanda bindest di “çermê derûnî û giyanî” yê piraniya serdestan de pirî caran hêrsê û rageşiyê çêdike. Tiştê ku Fanon jê re dibêje înkara ontolojîk  (ontological denial) ev e: nasnameya serdest bi tepeserkirina nasnameya êdin hewl dide hebûna xwe ji gefê paqij bike. Ev çarçove ji bo kolonîzekirina navxweyîn  (internal colonization)  dikare bo zimanê serdestan jî were sepandin.

Kovel dibêje, nijadperestiya spî (serdest) ne tenê wekî pêşdarazên derhişî yên takekesan, lê wekî avahiyeke saziyî hildigire dest xwe. Spîtiya saziyî  (institutional whiteness), ji perwerdehiyê heta hiqûqê û medyayê, spîtiyê dike norma bingehîn. Serdest zimanê xwe wekî zimanê dewletê û tenê amûra meşrû ya ragihandina giştî diyar dikin. Di heman deme de zimanê xwe jî wekî nasnameya welatîbûnê ya ewle û bêalî tê saziyîkirin û li hemberî vê, xuyabûna giştî ya bindestan bi awayekî sîstemîk tê binpêkirin û tepisandin. Modela Kovel nijadperestiyê ne tenê wekî kîn û nefretê, lê wekî dûrbûna hestî, înkar û koritiya pîvandar  (normative blindness) rave dike.

 

Şînûşûn, Xebitandina Rê û Tamîrkirin (Nûşiyan)

(Mourning, Working Through and Repair)

Ji bo nasnameya serdest, rûbirûbûna bi arezû û daxwazên wekheviyê re di asta derûnkoleriyê de wekî pêvajoyeke şînûşûnê  (mourning) jî dikare bê fêmkirin. Li gorî Freud, dema takekes windakirinekê dijî û bi awayekî guncav şîn û şûna xwe digire, girêdana bi heybera (object) winda re hêdî hêdî navxweyî dike  (internalization) û ji aliyê derûnî û giyanî ve ji nû ve li avahiya xwebûna xwe ya siruştî vedigire (nûşiyan); dema şînûşûn pêk neyê, windakirin di derûn û giyanê de wekî birîneke vekirî ya qaliknegirtî dimîne. Ya ku li vir winda dibe, mîna şînûşûna bêdawî ya ku bi têgeha trawma hilbijartî  (chosen trauma) tê rave kirin, ne tenê bijarte ye; ew îdeala eziya xwe ya “navendî û bêkêmasî” ye jî. Ji bo serdestan jî, qebûlkirina mafên bindestan hema hema bêje tê wateya mirina vê nasnameya bijartedar, û ew takekes ji ber êşa vê mirinê bi înkar û dîsosiyasyonê dikevin paş.

Klein nîşanî me da ku mirov dema ji pozîsyona paranoîd-şîzoîd  (paranoid-schizoid position) derbasî pozîsyona depresîv  (depressive position) dibe, dikare êşa ku daye kesên din fêm bike û arezû û xwestekeke tamîrkirinê  (reparation) hîs bike. Ev derbasbûn bi hestên sûcdarî û rageşî û xemgîniyê re diçe, lê li şûna bertekên berevaniyê, rê li ber têkiliyeke rast jî vedike. Têgeha sêyemîtiyê  (thirdness) heman tiştî di asta têkiliyê de dibêje: ji cêfa faîl-mexdûr  (doer and done-to) derketin û avakirina zemîneke naskirina hevpar û hevbeş e. Di vê pozîsyona sêyemane de nasnameya serdest ne ji hêla bindestan ve tê hilweşandin; ew bi qebûlkirina hebûn û mafên wekhev ên bindestan re xwe nû dike û rêya nûşiyanê vedibe.

 

Encam

Berevanî û berxwedana nasnameya serdest li hemberî arezû û daxwazên wekheviyê yên bindestan, ne tenê siyasî ye; ew bi koka xwe derûnî û giyanî ye. Bijarteyeke ku bi derhişiya pîvandar wekî “siruştî” hatiye navxweyîkirin, bi arezû û daxwazên bindestan re birîndarbûneke narsîsîstîk û rageşiyeke windakirinê çêdike. Li hemberî vê rageşiyê înkar, rengvedan, dîsosiyasyon, rasyonalîzekirin û berevajîkirina faîl-mexdûr dikevin dewrê; rewakirina pergalê û nazikbûna nasnameya wan bi hêz û qewet dikin. Çareseriya mayînde ne tenê rêkxistinên hiqûqî û siyasî ye. Nasnameya serdest divê bi bijarteyên xwe re rûbirû bibe, windakirina wan bê vedîtin û şînûşûna van tişt û heyberan bigirin, û di pozîsyoneke sêyemane de bi bindestan re li ser bingeha wekheviya demokratîk ji nû ve avahiyeke nû bê saz kirin. Her hewldana çareseriyê ya ku aliyê derûnî û giyanî ve tê paşguhkirin, wekî çerxa ku her li xwe vedigere xwe her û hey dûbare dike; ev jî tenê alozî û tevliheviyê kûrtir dike û pirs û girêkên derûnî û giyanî bêpergaltir dike.

 

Çavkanî

https://www.routledge.com/Race-Colour-and-the-Processes-of-Racialization-New-Perspectives-from-Group-Analysis-Psychoanalysis-and-Sociology/Dalal/p/book/9781583912928 (20.10.2026)

https://monoskop.org/images/6/6b/Fanon_Frantz_The_Wretched_of_the_Earth_1963.pdf (19.10.2026)

https://web.english.upenn.edu/~cavitch/pdf-library/Freud_MourningAndMelancholia.pdf (22.10.2026)

https://www.jungiananalysts.org.uk/wp-content/uploads/2024/09/Klein-M.-1940-Mourning-and-its-Relation-to-Manic-Depressive-States-1.pdf (20.10.2026)

https://cup.columbia.edu/book/white-racism/9780231057974/ (21.10.2026)

 

Têgehên Bingehîn

Bijarte (privilege): Avantajên ku takekes ji ber girêdayîbûna koma xwe ya civakî (etnîsîte, ziman, zayend, çîn û hwd) bêyî maf û heqkirinê bi dest dixe. Pirî caran xwediyê wê jî jê ne agahdar e û vê avantajê nizane.

Derhişî (unconscious): Beşa derûn û giyanê ya ku em pê nizanin û jê ne haydar in, lê di hest, helwest û reftar û tevgerên me de xwe nîşanî me dide.

Derhişiya pîvandar (normative unconscious): Têgeha Layton. Normên civakî ewqasî kûr dikevin hestiyê derûn û giyanê ku mirov bijarteyên xwe wekî tiştekî “siruştî” û “xwezayî” dibîne û yên-din wekî “der-mafî” dibîne.

Narsîsîzma hevpar (collective narcissism): Hesta serdestî û îdealbûnê ku tenê li ser kes û koma xwe ye.

Birîna narsîsîstîk (narcissistic injury): Birîna dema ku xwe-nasîn “ezî (ego) û xwebûn (self) navend û çêtirîn in” tê hêjandin çêdibe.

Rageşiya windakirina bijarteyê (privilege loss anxiety): Tirs, saw û rageşiya ji windakirina avantajên heyî, bi taybetî dema arezû û daxwazên wekheviyê tên zimên.

Sûcdarî (guilt) û şerm (shame): Hestên ku dema mirov bi neheqiyeke kirî re rûbirû dibe tên hestkirin, û mekanîzmayên berevaniyê jê rageş dibin û ditirsin.

Mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms)

Stratejiyên derhişî yên ku giyan ji rageşî û êşê diparêzin.

  • Înkar (denial): Qebûlnekirina rastiyeke ne-rehet.
  • Rengvedan (projection): Avêtina tiştên ku em di xwe û xwebûna xwe de qebûl nakin  û wê li ser kesekî din bar dikin: “em ne xerab in, hûn xerab in.”
  • Dîsosiyasyon (dissociation): Qutbûna hişî ya ji mijarekê; ji ber vê yekê neheqî li bindest ji radara baldariyê derdikeve.
  • Rasyonalîzekirin (rationalization): Dayîna sedemên “maqûl” ji bo berevanî û parastina rewşeke ku bi rastî ji hesteke din tê.
  • Berevajîkirina rolên faîl-mexdûr (perpetrator-victim reversal): Mexdûr wekî faîl tê nîşandan û faîl wekî mexdûr eziya (ego) xwe dijî.
  • Êdinkirin (othering): Kesek an koma ku wekî “cuda” û “xerîb” tê nîşandan.
  • Bêbandorkirin (neutralization): Bêhêzkirina arezû û daxwazan bi gotinên xweş, mînak “biratî”.

Rewakirina pergalê (system justification): Meyla ku nîzama heyî dadmend û xwezayî bê dîtin, tevî ku newekhev be jî.

Serdestiya civakî (social dominance): Bîrdoziya ku dibêje komên serdest îdeolojiyên ku hiyerarşiyê diparêzin dipejirînin.

Gefa nasnameyê (identity threat): Berevaniya ku dema nasnameyeke ‘girîng’ (serdest) tê pirskirin çêdibe.

Nazikbûna nasnameyê (identity fragility): Nekarîna hilgirtina rexneyê ya li ser nasnameya serdest.

Şemaya nijadî ya epîdermal (epidermal racial schema): Takekes wekî “çermê” xwe, ango wekî bedeneke nijadkirî (racialized), tê dîtin.

Înkara ontolojîk (ontological denial): Nasnameya serdest hebûna nasnameya êdin înkar dike da ku xwebûna xwe ji gefê pak bike.

Kolonîzekirina navxweyîn (internal colonization): Mekanîzmayên kolonyal ên di hundirê sînorên dewletekê de.

Spîtiya saziyî (institutional whiteness): Spîtî di saziyên wekî perwerdehî, hiqûq û medyayê de wekî norma bingehîn tê dîtin.

Koritiya pîvandar (normative blindness): Nedîtina bijarteyên xwebûna xwe ji ber ku siruştî xuya dikin.

Şînûşûn (mourning): Pêvajoya rageşî û xemgîniyê piştî windakirinê.

Navxweyîkirin (internalization): Girtina norm û baweriyên derxweyî wekî yên xwebûna xwe an girêdana bi heybera (object) winda re di nav derûn û giyanê de.

Xebitandin (working through): Ji nû ve û ji nû ve derbaskirina trawmayê an windakirinê heta ku were hazimkirin.

Tamîrkirin (repair/reparation): Çêkirina têkiliya xerabûyî û rastkirina neheqiyan.

Pozîsyona paranoîd-şîzoîd (paranoid-schizoid position): Rewşa derûnî û giyanî ya ku tê de dinya wekî “baş” û “xerab” ji hev tê qutkirin û tirs û rageşî serdest e.

Pozîsyona depresîv (depressive position): Rewşa derûnî û giyanî ya ku tê de mirov dikare ji êşa ku daye yên-din têbigihîje û fêm bike û arezû û xwestekeke tamîrkirinê hîs bike.

Sêyemîtî (thirdness): Qadeke sêyem a ku ji cêfa faîl-mexdûr derbas dibe û naskirina hevdu ya hevpar vedihewînin.

Trawma hilbijartî (chosen trauma): Trawmayeke dîrokî ya ku koma mezin bi nifşan di nasnameya xwe de dihilgire û dike beşek ji xwebûna xwe.

Rûbirûbûn-civakîkirin (confrontation-socialization): Rûbirûbûna bi rabirdûyê re û belavkirina vê rûbirûbûnê di nav civakê de.

  • Aştiya nerênî (negative peace): Nebûna şer, lê bêyî çareserkirina sedemên pirs û girêkan.
  • Aştiya erênî (positive peace): Aştiya bi wekhevî, dadmendî û demokrasiyê re.
  • Demokratîkbûn (democratization): Pêvajoya ku sîstem ber bi wekhevî û azadiyê ve vediguhere.
  • Bişavtin (assimilation): Helandina komeke etnîk (bindest) di nav nasnameya serdest de.

Çavkanî

Alûcî, B. (2025, Gulanê). Ferhenga derûnnasiyê (Dictionary of psychology), Mêrdîn.

https://drive.google.com/file/d/1JGrAqsqv5sUN9JZqyq0scdYW9YcR13-q/view

https://online.pubhtml5.com/oawgi/chnn/

 

 

*

Nivîsên Brahîmê Alûcî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

- Bi nêrîneke derûnkolerî (Psychoanalysis) fîlmê 'The Post'

- Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de

- Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

- Narsîsîzm Wekî Avahiyeke Damezrîner

- The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

- Şîretên derûn(nas)iya bindestî, azadî û veguherînê

- Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

- Êş û Elema Bêşahid; Bi Nêrîneke Derûnkolînerî

- Narsîzma bindestan; Xwendineke derûnkolorînerî li ser rewşa kurdan

- Bêçaretiya Fêrbûyî û Rewşa Kurdan

- Naskirina êşa bindestan; Dahûrîneke derûncivakî ya têkiliyên serdest-bindestan e

- Nirxandina Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Komkujiya Robozkî

- Ziman, Derûn, Jiyan

3- Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve 

2- Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî (rêze beşa 2'yan)

1- Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî (rêze beşa 1'ê)

- Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî

- Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî

- Vegera Yê Tepisandî Û Mekanîzmayên Bergiriyê

- Jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan
- Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) û pirsên herî zêde tên pirsîn
- Şerê Derûnî (Psychological Warfare)
- Çawa çîrok dibin bawerî?
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî

Parve Bike

 

Parve Bike

Youtube Me

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news

Mirina Stalîn

news

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 13 11 2026

Keleha Mêrdînê û 81 kaniyên li derdorê

news
  • 04 11 2026

Derûnnasiya Bijarte, berxwedan û berevaniya nasnameya serdest li hemberî arezû û daxwazên wekheviyê yên bindestan

news
  • 31 10 2026

HÛN KÎ NE?

news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Hunermend Fetane Welîdî mir

ad

Dînemek ji zivistana Qersê

ad

Vê carê pirtûk li Egeyê ne

ad

Vaye encamnameya Kongreya PYD‘ê

ad

Tîmên bi ser ketin diyar bûn

ad

Hestên bi siloganan hatine astengkirin!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Di bîrek tarî de 'Şeva Kor'

  • 11 11 2026
news

Ji bo Tirkiyeyê siûda dawî ye!

  • 12 11 2026
news

MU'yê Carrick qewirand; îdîa ew ku Pothettino tîne ser kar

  • 12 11 2026
news

Kemal Necim ji bo Serokatiya HRRK'ê hat hilbijartin

  • 13 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname