logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Di bîrek tarî de 'Şeva Kor'
  2. Ji bo Tirkiyeyê siûda dawî ye!
  3. MU'yê Carrick qewirand; îdîa ew ku Pothettino tîne ser kar
  4. Kemal Necim ji bo Serokatiya HRRK'ê hat hilbijartin
  5. Keleha Mêrdînê û 81 kaniyên li derdorê
news-details

HÛN KÎ NE?

  • Dîrok: 31/10/2026
  • Beş: Serbest


___Med Mîran___

Min dikaribû bigota, “Em kî ne?” Lê, min negot. Sedemekî taybet ê vê yekê tune ye. Nizanim, belkî jî ez tirsiyam ku heke pirs bi vî rengî bê pirsîn, tu kes mil nede ber û ew dîsa li ser milê min bimîne û ez tenê bi serê xwe nikaribim bersivekê jê re bibînim. Ê de eyan e; ji bo mirovekî, bersivdana pirsa wî bi xwe, karekî gelekî dijwar e. Ji aliyê din ve, ne objektîf e jî. Lewra, gava pirs a we bi xwe be, bivê-nevê hûn ê bersivên li gor dil û daxwaza xwe jê re peyda bikin û ew bersiv jî tu carî li gor rastiya jiyanê nabin.

Belê, pirsa me wiha ye: “HÛN KÎ NE?” Ev pirseke pir rasterast e. Pirsên bi vî rengî ji xwediyê xwe re bersivên zelal, şênber û qanîker dixwazin. Lê mixabin, ji bo vê pirsê di destê me de bersivên bi wî rengî tune ne. Tune ne, ji ber ku mijar mirov in. Dema mirov dibin mijara gotinê, pirs bi çi awayî dibin bila bibin, yan jî ji kê û ji ku tên bila bên, bersivên wan tu carî zelal, şênber û qanîker nabin. Ji ber ku di vê mijarê de subjektîfîzm her li ser kar e, bersiv tim kêm, kurt, razber û nixumandî dimînin. Ji aliyê din ve, di van mijaran de bersivek tu carî têra pirsekê nake, ji ber ku pirs bi giştî û bersiv bi şexsî, ango bi takekesî ne. Ev yek rê li ber pirsgirêkeke wiha vedike:

Ji bo pirsekê, bersiv çiqasî zêde dibin, ew qasî ji hev dûr dikevin û ji xeynî vê, ji rastiyê jî dûr dikevin…

De fermo, ka werin em qasekî lê hûr bibin bê ka ev yek çima wisa ye. Em bi bersivên we dest pê bikin. Gelo dema hûn bi pirseke bi vî rengî re rû bi rû bimînin, bersiva we wê çi be yan jî çawa be? Bêguman, haya me jê heye ku çavkaniya pirsê dikare rengê bersiva we biguherîne. Heke pirs ya we bi xwe be, ango xwemalî be, qet guman jê tune ku bersiva we wê bi awayekî be; lê na, heke pirs ya yekî din be, bersiva we wê bi awayekî din be. Ji ber vê yekê, em ê rewşekê diyar bikin û bêjin, pirsa navborî yekî din ji we pirsî ye û hûn ê bersiva xwe li gor wê bidin. Em bi vî awayî karê we hêsantir û karê xwe dijwartir dikin. Belê, karê we hêsantir dibe, lewra ji we re li hev tê ku hûn xwediyê pirsê li pêşberî xwe bibînin û li gor rewş û rastiya wî bersivekê bidin pirsa wî. Hûnê jî qebûl bikin ku heke ew kes ji we xurtir an ji we dewlemendtir be, di bersivdayînê de hûnê bivê-nevê hesabê wî/ê bikin. Lê na, heke ew mirov ji we lawaztir û xizantir be, hûnê zêde guh nedin wî û bersiva xwe li gor xwe bidin. Tew temen, zayend, hevnasîn, bejn û bal û hwd. jî dikarin bandorê li bersiva we bikin. Mînak, hûnê bikaribin li cem yekî lawaz bêjin, “Ez xurt im.” Lê belê, hûn ê nikaribin li cem yekî xurt heman bersivê bidin…

Ji ber ku em ne remilbaz in û falê nanihêrin, em ê ya dilê we, ango bersiva we bi tam û temamî nizanibin, lê em ê bikaribin bi awayekî texmînî pêşbîniyê bikin ku hûnê bi kêm û zêde çi bêjin. Hûnê gotinên mîna, “Ez mirov im. Ez kurd im. Ez mêr im. Ez jin im. Ez baş im. Ez xurt im. Ez ciwan im. Ez zarok im. Ez mamoste me” û hwd. bi ser navê xwe bikin bersiva vê pirsê. Min bi zanetî hin gotin anîn ziman, hin neanîn ziman. Lewra em tev dizanin ku tu kes xwe bi wan gotinan bi nav nake. Mînak, tu kes kalbûn û pîrbûnê li xwe qebûl nake, her wisa tu kes nabêje, “ez bêçare me, ez lawaz im” û hwd. Taybetî jî ne karê aqilan e ku mirov ji devê kesekî bibihîze ku ji bo xwe dibêje, “Ez nebaş im. Ez bêkêr im” û hwd. Gotinên bi vî rengî tim ji bo hin kesên din tên gotin. Bi kurtasî, mirov rastiya wan çi dibe bila bibe, xwe her li gor dilê xwe binav dikin. Ê de bila wisa be, ma îca em dikarin nav û nasnavekî li mirovan bikin ku wan ji bo xwe qebûl nekiriye?

Dibe ku hûn qîma xwe tenê bi vê bersivê jî neynin, bidin pey bersivên hê xwemalîtir û bêjin, “Ez Bêrîvan im. Ez Baran im. Ez Gulîzer im. Ez Zinar im” û nizanim ez kî û kê me...

Qet ji rêbaza aqil dûr nîn e ku hinek ji we, yên xwedî paye û text, qîma xwe bi van nav û nasnavên navborî jî neynin û bi awayekî ji xwe razî û bi zimanekî tije bêjin: “Ez rind im û bejnbilind im. Ez xurtê xurtan im û axayê heft gundan im. Ez mîr im. Ez paşa me. Ez hunermend im. Ez fermandar im. Ez siyasetmedar im. Ez dewlemend im” û hwd…

De bêjin, bêjin! Hê ku devê we germ e, pirtir bêjin û ji bo xwe bi rengên cur bi cur gulan birêjin! Ma îca çi ziyan an şerma wê heye ku dema gotin li gotinê ket, mirov xwe bi hin wesfên li gor dilê xwe binav bike? Na, tu ziyan û şerma wê nîn e. Ji van aliyan ve û belkî ji gelek aliyên din ve jî, tu qisûreke van gotin û navlêkirinan tune ye. Ev edeta cîhanê ye û ji bo hemû kesan derbasdar e. Mirov bi vê rêyê danasîna xwe dikin û tu kes jî li hember dernayê. Lê belê ne rast e. Belê, belê, ew nav û nasnav tev jî nerast in, ji ber ku rastiya we îfade nakin.

Hayê min jî jê heye ku hûnê vê yekê qebûl nekin. Ez vê ji xwe dizanim. Lewra berê min jî ev yek qebûl nedikir. Berî ku ez vê fikra xwe bi we re parve bikim, min bi xwe bi vê fikra xwe re pir şer kir. Min çend caran ew ji hişê xwe derxist û avêt. Lê nebû, wê dev ji min berneda û di dawiyê de ya ku bi ser ket ew bû. Belê, ew bi ser ket, ji ber ku ew rastî bû, yan jî em wiha bêjin; ew rastî bi xwe bû. Em tev pê dizanin ku rastî pir şûm in; dema carekê li cem mirov serî danîn, nema radiwestin heya ku bi ser nekevin. Li hember wan şer nabe. Hûn li hember wan çiqasî li ber bidin bidin, ew bi awayekî bi ser dikevin. Loma divê mirov şerê rastiyan neke.
Bêguman, ji ber ku min di derbarê rastiyê de çend hevok lê zêde kirine, hûnê hema wisa tavilê dev ji ya xwe bernedin û neyên ser gotinên min. Lê bi rastî jî rastiya we, ew nîn e ku hûn dizanin û dijîn. Dîsa jî hûn bi dilê xwe ne; hûn dikarin gotinên min qebûl nekin û dîsa li gor ya xwe tevbigerin. Ez ê ji we re nebêjim wisa nekin, lê bi min divê ez bêjim: zû an dereng, hûnê rojekê bi eslê xwe bihisin ku di esasê xwe de hûn ji lehengên xewna Yêzdan pêştir tiştekî din nîn in. Piştî ku hûn bi vê rastiya mîna henekeke dîrokî hisiyan, hûnê bi awayekî eşkere bibînin ku ew paye, nav û nasnavên heyî ne yên we ne û kêrî we jî nayên. Ew ne dikarin bi ser navê kesayet û ferasetê tiştekî li we zêde bikin, ne jî dikarin we ji mirinê biparêzin. Kê ew nav li we kiribin û ew paye dabin we, hûn xapandine…

Belê, ev yek wê we zêde zêde biêşîne. Belkî jî ji ber êşê an tenê ji bo tolhildanê, hinek ji we hewl bidin ku ji xewna Yêzdan birevin, da ku bikaribin bibin rastî, ango bibin xwe. Lê divê ez we hişyar bikim û bêjim: Hûn ya min dikin, vê yekê nekin. Lewra hûnê tu carî bi ser nekevin. Sedemê vê yekê jî ew e; heye ku Yêzdanekî we hebe, hûnê tu carî û bi tu awayî nikaribin ji xewna wî derkevin û bibin xwediyê hebûn û xwebûna xwe. Dibe ku ji nava we hinekên serhişk rabin-ev yek hertim pêkan e-û bêjin: “Ma ev karê henekan e? Heke wisa be, ev ne henek e, trajediyeke biêş e.” Û bi vê hêrsê, qesta kuştina Yêzdanê xwe bikin, da ku jê xilas bibin û xwe ji nû ve û li gor dilê xwe bi nav bikin. Ez ê dîsa heman hişyariyê bikim û bêjim: Xwe westînin jî ku hûn tiştekî wisa nakin. Keda we wê bi ajoyî-bêfêde bibe û hûn ê tu carî negihîjin armanca xwe, ji ber ku Yêzdanê we jî ji lehengekî xewna we pêştir tiştek nîn e û heya ku hûn bi hêviya dîtina bihuştê serê xwe bavêjin xewê, ew ê jî her hebe…

Parve Bike

Youtube Me

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news

Mirina Stalîn

news

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 13 11 2026

Keleha Mêrdînê û 81 kaniyên li derdorê

news
  • 04 11 2026

Derûnnasiya Bijarte, berxwedan û berevaniya nasnameya serdest li hemberî arezû û daxwazên wekheviyê yên bindestan

news
  • 31 10 2026

HÛN KÎ NE?

news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

HDP'ê berendamên xwe yên 41 cihan eşkere kirin

ad

Maça fînalê ya kûpayê li Amedê tê lîstin

ad

Mehmetê biçûk ber xwe dide

ad

Karîkaturek

ad

Bise ez bi zimanê diya xwe bigirîm

ad

Hevşaredar Anli: Em parxwestina ji petrolê dubare bikin ku bidin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Di bîrek tarî de 'Şeva Kor'

  • 11 11 2026
news

Ji bo Tirkiyeyê siûda dawî ye!

  • 12 11 2026
news

MU'yê Carrick qewirand; îdîa ew ku Pothettino tîne ser kar

  • 12 11 2026
news

Kemal Necim ji bo Serokatiya HRRK'ê hat hilbijartin

  • 13 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname