Diyarname
UNHCR'ê (Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî) li ser 4 mehên pêşîn ê îsal raporeke amade kir. Rapor li ser koçberan e. Li gor raporê heta dawiya meha avrêlê li dinyayê 122.1 milyon kes bi zorê hatine koçkirin.
Rapor radigihîne ku li welatên wekî Sûdan, Myanmar û Ûkraynayê şer heye loma herî zêde li van deran koç hatiye kirin. Ji nav van jî Sûdan bi 14.3 mîlyon kesi di warê koçkirinê de di rêza yekemîn de ye.
Raporê li ser Sûriyeyê jî agahî belav kirine û gotiye piştî têkçûna Esad heta niha 500 hezar kes vegeriyane Sûriyeyê. Rapor dibêje heta dawiya sala 2025'an hejmara sûriyeyiyên ku dê vegeriyan welatê xwe dê bigihîje 2 mîlyon kesî. Li nava Sûriyeyê bi xwe jî 1.2 mîlyon kes heta niha li cihê xwe vegeriya ne.


