Diyarname
Spanya îsal dibe şahidê maçên balkêş. Barselona û Atletico Madrid di hefteya dawî de dê her yek bike ku bibêje mezin ez im.
Di La Lîga ya Spanyayê de Atletico Madrid roja 11'ê mehê li mala xwe bi Real Sociedad re 1-1 ma û siûda şampiyoniyê hişt hefteya dawî ku dê bi Barselonayê re bilîze. Ger Madrid bi ser biketa niha şampiyon bû.
Barselona jî vê hefteyê li mala Elche pêre lîst û maç bi 0-0 bi dawî bû. Niha di La Lîga de Atletico Madred bi 89 pûanan yekemîn, Barselona jî bi 86 pûanan duyemîn e. Real Madrid di rêza sêyemîn deye û 84 pûanên wê hene. Maçên dawîn yê La Lîgayê di navbera 16-18'ê gulanê de dê bêne lîstin. Maça herî zêde tê meraqkirin ya Atletico Madrid û Barselonayê ye. Maç 17'ê mehê saet 19.00'an de wê li Nou Campa Barselonayê bê lîstin. Ji bo ku Atletico bibe şampiyon jêre pûanek, yanê wekhevî têrê dike. Lê Barselona ji bo bibe şampiyon divê teqez bi ser bikeve. Dema Barselona bi ser bikeve dê pûanên wan bibin yek lê bi avarajê dê Barselona bibe şampiyon. Niha hemû Spanya li benda vê maçê ye.
Atletico Madrid îsal mûceziyan pêk tîne. Ew li hemberî Chelsea bi ser ket û derket fînala Lîga Şampiyonan. Ku Real Madrid jî Bayer Munih têk biribû û derketibû fînalê. Bi gotineke din Atletico hem ji bo Şampiyoniya La Lîga niha li fînalê, yanê di maça dawî de ye, hem jî ji bo bibe Şampiyonê Şampiyonan li fînalê ye. Ev maça jî dê roja 24'ê gulanê li Lîzbona Portekîzê li dar bikeve. Bi kurtahî di 8 rojan de Atletico Madrid yan dê du caran bibe şampiyon, yan jî... Ka em li benda maçan bisekinin, bila ew gotina dawî bibêjin.