logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Don Kîxotî jî nikaribû ew qas êrîşan bike!

  • Dîrok: 21/06/2024
  • Beş: EURO 2024

___Cemil Oguz___
Don Kîxotî êrîşek bi ser aşek de bir, lê Spanyayê tam 20 êrîş bi ser Îtalyanan de birin.
Don Kîxot li hemberî qralan, rêbiran, keriyê mihan ku wekî artêşên neyar bi nav dikir şer kiribû; Spanyayê li hemberî keleha Îtalyayê, defansê, lîstikvanên nav sehayê, bi kurt û kurmancî li hemberî hemû Îtalyayê şer kir û ew dehf dan kunên mişkan.
Îtalyanên ku wekî spanyolan bi 3 pûanan hatibûn maça duyemîn, digotin qey wê wekî Dante helbestan birêsin û helbestan bixwînin, lê spanyolan bi peyvên Cervantesî êrîşê helbestên wan dikir û band li devê Dante dan. Dante, di 45 deqîqeyan de tenê karî carek helbestek bixwîne, ew jî di deqîqeya 45'î de bû; lê Spanyayê tam bi temamî 20 gotin wekî tîran, yanê 20 şût, her şûtek bi ser helbestek Dante de weşandin.
Di dawiya 90 deqîqeyan de 20 şûtên Spanyayê hebûn, ên Îtalyanan tenê 4; yê spanyolan 9 jê bi îsabet bûn, yên îtalyanan tenê yek. Ji vê îstatîskê zêdetir mirov dikare tiştek çawa beje?
Di Euro 2024 de heta vê maçê 17 maç hatibûn lîstin û ev a 18'an bû, lê tu maçek ew qas bi êrîşan bi dawî nebûbû. 17 maçên çûyî yek jî bi qasî vê bi heyecan, bi qasî vê bi lez, bi şût, bi pozisyon nebûbû. Me dixwest bibêjin, "bi qasî vê bi pir golan bi dawî nebûbû" lê qeleparêzê îtalî Donnaruma nehişt em hevokek wisa saz bikin.
Spanyol gelek bi lez bûn, lez û bez bûn; difiriyan; Nico Williamsê serê lîstikvanan gêj dikir, Lamine Yamal ew her yek bi aliyek de dipekand, Rodri li hemberî wan dibû dîwar û nedihişt ew bi pêş de werin… Dema gog winda dikirin jî bi lez bûn, bi vê lezê di nav çend saniyeyan de gog dîsa bi wan re û hakim ew bûn.
Ahenga di navbera 5 lîstikvanên li pêş ên Spanyayê de, ji aliyê paş ve jî Rodrigo her dihat, Carvajal dihat alîkariyê û ji bo îtalyanan tenê ev dima: Xwe biparêze, mimkûn be golê nexwe. Bi taybetî di 45 deqîqeyên pêşîn de lîstikvanên spanyolî di nav ahengek gelek serketî de bûn, bi vî awayî jî îtalyan ew qas bela wela bûn.
Bi gotina herî ji rêzê em dikarin wisa bînin ziman: Spanyolan îtalyan di bin lingên xwe de pelixandin. Ger neguher û bi paş ve neçe; ev lîstik, ev daxwaz, ev pergala lîstinê wê Spanyayê bibe fînalê. Ha, ber bi dawiya maçê ve westiyan, loma jî di fînalê de ev şéwaz lîstinê divê belavî 90 deqîqeyî bikin.
Û Îtalya; Îtalya wisa bilîze karê wê zehmet e. Bi vê lîstikê wê çawa li hemberî Hirvatistana berxwedêr bilîze? Ku di maça 3'yemîn de Hirvatistan jî helbet wê bixwaze bi ser bikeve û here Dora 16'an. Îtalyanên ku di vê maçê de hicum ji bîr kiribûn, li hemberî Hirvatistanê wê çi bikin, meseleya meraqê ye.
Axir û bi kurt û kurmancî, Spanyayê di deqîqeya 2'yan de li ber keleha Îtalyayê bi Pedri nêzî golê bû, deqe 10'an de Williams şûtek xweş kişand, deqe 25 vê carê Fabian Ruizî ji dûr bi şid lê da û Donnarummayê serketiyê rojê bi ser tiliyên xwe gog avêt derve. Di 45 deqeyên pêşî de li aliyek 11 lîstikvanên Spanyayê hebûn, li aliyê din qeleparêz Donnaruma tenê hebû.
Di nîveka duyemîn de Îtalya hinek hat serê xwe lê dîsa jî rewş wekî berê bû. Di deqîqeya 52'yan de dîsa Pedri lêda, 58'an de Morata ji derveyê pêş kelehê lêda; Donnaruma bi ser tilêkên xwe gog şand kornerê. Deqekî paşê Le Normand bi serî lêda çênebû. Deqe 70'ê bû vê carê Williamsî bi şuta xwe di kelehê de erhej çêkir, lê gog ji dîrekê çû derve. Û deqe 90, deqe 90+2 Perezê ku deqe 79'an de ketibû nav maçê du caraz mikemel gog bir pêş kelehê, bi qeleparêz re rû bi rû ma, lê Donnaruma destûr neda golê biavêje. 
Di nav ew qas êrîşan de helbet Îtalyanan wê xeta bikira û kir jî. Di deqîqeya 55'an de Williamsî ji aliyê çepê ve gog şand nav ber kelehê, Morata serî lê da, qeleparez Donnarumma ji ser xêzê mudexeleyê gogê kir, gog çû li hevalê wî Calafiori ket û vegeriya nav torê: 1-0.
Bi vê yekê spanyolan 3 pûanên bi qasî şîrê diya xwe helal girtin û derbarî Dora 16'an bûn. Di Dora 16'an de wê mala reqîbê wan xira bibe.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
EURO 2024 - Nivîsên Dawî
news
  • 14 07 2024

Û spanyolan carek din hêviya îngilîzan di gewriya wan de hişt

news
  • 11 07 2024

Navê fînalê eşkere bû: Spanya - Îngilistan

news
  • 10 07 2024

Fînalîsto diyin eyro eşkera beno

news
  • 10 07 2024

Dîkê zû azan bide serê wî tê jêkirin!

news
  • 06 07 2024

Îngilîzan bi penaltiyan bilet bi dest xist

news
  • 05 07 2024

Spanyolan alman şandin mal

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hilbijartina Eyaleta Georgiya îro bi dawî dibe

ad

Berendamên xelatên SIYAD'ê diyar bûn

ad

HDP'ê def û zirne qedexe kir!

ad

Hinarên Sûsê

ad

Hirvatistan û Fransa derbasî Dora 16'an bûn

ad

Dilop li ser 50 saliya nivîskariya Mehmet Bayrak disekine

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname