Navenda Nûçeyan*
Îro 27’ê Adare Roja Şanoyê ya Cîhanê ye, bi vê yekê ku komên şanoyê li cîhanê berdewam pêş dikevin û bi rêya şanoyên xwe peyam, daxwaz û rexneyên xwe digihînin. Lê li Başûrê Kurdistanê ji ber ku desthilatdaran giringî nedane vê hunera şanoyê, niha şano ber bi lewaziyê ve diçe û rayedar xem jê naxwin.
Şano yek ji kevintirîn û bibandortirîn formên hunerê ye ku mirov afirandiye. Vê hunera zindî (şano) kariye ji hezaran salan ve bidome. Bi vê yekê jî ku teknolojî û medyayên nû hatine holê, hîn jî kariye bi başî pêş bikeve.
Dîroka Roja Şano ya Cîhanê
Çêbûna rojeke taybet ji bo şanoyê dîroka wê vedigerîne 1’emîn Kongreya Şanoyê ya Cîhanê li bajarê Pragê yê Çekyayê ku di 27’ê Adarê sala 1948’an de hate lidarxistin, ev bû gaveke destpêkê ji bo ku di 27’ê Adara 1962’yan de li Parîsê bi sedema lidarxistina festîvaleke şanoyê ya netewan, di merasîmekê de ew roj wek Roja Şanoyê ya Cîhanê destnîşankirin û ji wê rojê ve Peymangeha Şanoyê ya Navnetewî ku bi (I.T.I.) tê naskirin, nûnerên hemû şanogerên welatan tê de endamin û ofîsa wê ya sereke li paytexta Fransa bajarê Parîsê ye.
Salane gotara Roja Şanoyê ya Cîhanê tê xwendin ku ew gotar her salekê ji aliyê nivîskareke şanoyê ve tê nivîsîn û dibe peyama şanogerên cîhanê. Li seranserê cîhanê şanoger vê peyama hevbeş a Roja Şanoyê ya Cîhanê dixwînin, yekemîn name ya Roja Şanoyê ya Cîhanê ji aliyê nivîskarê Fransî Jean Cocteau ve hate nivîsîn.
Şanoya Demkî
Destpêka derketina şanoyê vegerîne serdema Yewnana Antîk û Romayê. Di van serdeman de hunera şanoyê tenê sedema nîşandana hunerî bû, bi pêşbirkan û hevrikiyê bala civakê bi rêya şanoyê dihate kişandina ser xwe.
Li gora çavkaniyan, mirov berî ku zimanê xwe bipêje û fêrî tîp û peyvan bibe, livîna endamên laş û wêneyan li ser dîwarên şikeftan ji bo guftigoyê bikar anîne. Heta dengê bilind, hewar û qêrkirin jî beşek ji guftigoyên di navbera mirovan de bû. Ev qonaxa jiyana mirovan, weke şanoya demkî tê binavkirin.
Piştî derketina olan, şano bo navendên perestgehên olî tê veguhestin, bi livîn û gotina dirûşmeyên taybet, merasîmên olî tên birêvebirin ku wek spasdarî ji bo xwedayên wan. Bi taybetî di dêran û olê Mesîhî de, şano parçeyekî mezin ya merasîmên wan bû.
Li gora çavkaniyên dîrokî, yekemîn şano ku wek mijareke hunerî hatiye nîşandayîn vedigere ber 2000 sal berê. Her wiha Iraqê jî parçeyekî ji vê dîrokê çandiye û yekemîn şanoya xwe di sala 1892’yan de leyîstiye ku şanoyeke taybet bû ji bo perwerdeyê.
Cureyên Şanoyê
Şanoyê gelek cûrên xwe hene ku her yekê taybetmendiya xwe heye. Şanoya Trajedî yek ji kevintirîn cûrane ku behsa çarenivîsa karakterên navdar dike û dawiyeke xemgîn heye. Şanoya Komedî jî berovajiyê trajediyê ye ku hewl dide ken û şahî bixe nav dilê temaşevanan. Drama cûrek dine ku gelek caran behsa pirsgirêkên civakî û derûnî dike. Şanoya Mûzîkal jî cûreke taybete ku tê de stran û govend têkilî diyalog dibin. Şanoya Absurd ku di sedsala 20’ê de serî hilda, hewl dide bêwatetiya jiyanê nîşan bide. Her wiha Şanoya Beşdarî û Şanoya Kolanan du cûrên dinin ku hewl didin sînorê navbera temaşevên û aktoran rake.
Bandora Şanoyê li ser Civakê
Şanoyê bandoreke kûr li ser civakê heye. Bi rêya şanoyê, civak dikare xwe bibîne û xwe rexne bike. Şano dikare pirsgirêkên civakî eşkere bike û ji bo çareserkirina wan fikrên nû pêşkêş bike. Her wiha di perwerdedana hestê bedewî û rexneyî de di takên civakê de roleke girîng heye. Ji aliyê derûnî ve, ji bo nîşandana hest û sozên wan û têgihiştina yên din, şano dikare alîkariya gel bike. Di hinek welatan de, şano wek amûrekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên derûnî tê bikaranîn.
Şanoya Kurdî
Şano di çanda Kurdî de li gorî çandên Ewropî xwedî dîrokeke kêmtire. Lê di sedsala 20’emîn de pêşveçûneke berçav ya şanoya Kurdî pêk hatiye. Despêkê şano zêdetir wek amûrekê ji bo hişyarkirina netewî û siyasî dihat bikaranîn, paşê mijarên civakî û derûnî jî hatin nav şanoya Kurdî.
Goranê helbestvan wek yekemîn helbestvanê Kurd kes bû ku têgîna (şanoyê) di helbesta (Celîwey Şanoyê) ya Dîwana Fêrmîsk û Huner di sala 1950’yê de bi zaravayê Soranî bikar anî. Paşê nivîskar û derhênerên wek Tewfîq Celal, Eta Qeredaxî û Mehmûd Zamdarî jî roleke girîng hebû di pêşxistina şanoya Kurdî de.
Niha li gelek bajarên mezin ên Kurdistanê salona şanoyê hene û festîvalên şanoyê bênavber tên lidarxistin.
Li Başûr Dîroka Şanoyê
Li Başûrê Kurdistanê karwana dîroka Şanoya Kurdî, ji gelên din yên herêmê cuda nîne û şano sedeyekê berî niha li Kurdistanê serî hilda û paşê çendîn komên şanoyê çêbûn. Ji ber sedema dagirkeriyên li ser gelê Kurd, pir şanoyên wan li dijî zordarî, dagirkerî û îşkenceyê hatin pêşkêşkirin, bi awayekî nerasterast wek peyamekê ji bo bilindkirina îradeya gel li dijî nedadperweriyê roleke bandordar hebû.
Piştî sala 1992’yan ve berdewamî bi leyîstina şanoyê hate dayîn. Lê niha bi sedema paşguhxistina desthilatê û berdewamiy ve paşveçûn û girîngî pê nedayînê, şano di tengasiyê de ye. Ev jî bûye sedema nîgeraniya şanogeran û hunermendan û lewazkirina şanoyê li Başûrê Kurdistanê.
Di demekê de ku dîroka hunerî ya Başûrê Kurdistanê tijî ye ji çendîn komên şanoyê û bi dehan şanogeran, lê niha ji ber ku ji aliyê desthilatê ve kêmtir girîngî bi hunerê û bi taybetî bi şanoyê tê dayîn, êdî asta şanoyê bi tevayî lewaz bûye. Li Başûrê Kurdistanê bi dehan komên şanoyê belav bûne, hunermendan dest avêtiye karên din û di bin zextên wan de di xema hunerê şanoyê de ne.
*Ji Rojnewsê hatiye girtin
***
Nûçeya Eleqedar: