Diyarname
Meş ji bo tenduristiya mirovan çalakiyeke girîng e. Ji bo vê yekê li dinyayê li 160 welatan ev 30 salan zêdetir e rojeke ji bo “Roja Meşê Ya Dinyayê” hatiye diyarkirin. Li dinyayê yekşema yekemîn a meha kewçêrê hatiye diyar kirin. Ev yek rastî 6’ê mehê tê. Li Tirkiyeyê jî wekî rojên 3-4’ê kewçêrê ev roj hatiye qebûlkirin.
Meş bi kêrî çi tê? Bandora meşê li ser mirovan çi ye? Di vê rojê de me fêdeyên meşê ji bo we dan hev. Fermo:
- Meş temenê dirêj dike
- Stresê kêm dike
- Kîlo girtin-rayînê de kontrolê saz dike.
- Enerjiyê dide
- Di sazkirina xeweke baş de bi bandor e
- Dilê we û pişika we diparêzeb
Leza metabolîzmayê zêdetir dike
- Asta kolestrolê dadixe
- Tansiyona bilind dadixe
- Xebata roviyan vesaz dike
- Di kontrolkirina nexweşiya şekir de dibe alîkar
Her wiha li dinyayê ji bo vê rojê tiştên bê kirin jî wekî pêşniyar heta niha gelek jê hatine rêzkirin. Me hin ji wan dan hev:
- Bimeşin û guhdariya muzîkê bikin
- Ne bi asansorê, bi derenceyan herin jor
- Ger hebe kûçikê xwe bigerînin
- Ligel hevalên xwe li parkê bên ba hev
- Ji bo yên dixebitin; di mola navrojê de bimeşin
- Erebeya xwe ya li cihên dûr park bikin
- Çend rawestgeh berî cihê xwe peyabin û bimeşin.
- Dema çalak ligel malbata xwe saz bikin.
- Karên xwe yên rojane hûn bi xwe bikin
- Bi pergala “gavjimêr”ê gavên hûn avêtine bijmêrin