Diyarname
Seyr-î Mesel serdema nû ya atolyeyan dide dest pê kirin. Yên bixwazin beşdarî atolyeyên Seyr-î Meselê bibin divê heta 15'ê meha kewçêrê serî li wan bidin.
Seyr-î Mesel ku li Beyogluya Stenbolê xebatên xwe yên çandî didomîne serdema xwe ya nû a atolyeyan dide dest pê kirin. Di vê serdemê de beşên wekî Dramaturjî û Dîroka şanoyê, Lîstikvaniya Bingehîn ya Şanoyê, Atolyeya Dîroka Hunerê, Atolyeya Zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî), Atolyeya Nivîskariya Senaryoyê, Atolyeya Montajê, Atolyeya Rêvebirina Rejiyê di nav atolyeyên Seyr-î Mesel de hene û yên bixwazin dikarin serî li saziyê bidin.
Beşên Seyr-î Mesel û kesên dê di van beşan de dersê bidin bi vî rengî ne:
- Lîstikvaniya Bingehîn ya Şanoyê, Nurten Demirbaş & Guler İnce
- Dramaturjî û Dîroka Şanoyê, Nurten Demirbaş
- Atolyeya Dîroka Hunerê, Guler İnce
- Atolyeya Zimanê Kurdî (Kurmancî), A.Rahman Çelik
- Atolyeya Zimanê Kurdî (Dimilkî), Alişan Onlu
- Atolyeya Nivîskariya Senaryoyê, Abdul Cebbar Avci
- Atolyeya Montajê, Ercan Erdemir
- Atolyeya Rêvebirina Rejiyê, Nursel Dogan
Ji bo kesên eleqedar telefon e-mail:
0 (212) 244 97 89
Gsm: 0 (542) 493 10 03
meselinseyri@hotmail.com