Çewlig
Înşeata Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê ku berî hilbijartinan Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi vê yekê pesnê xwe dabû û ji aliyê "Ensarîoglu Înşeat Taahut Tîcaret A.Ş." ya Galîp Ensarîoglu ve tê çêkirin divê di 25'ê gulana 2015'an de bihata temamkirin lê hê jî ligel demên ku tê dirêjkirin jî nehatiye temamkirin.
Li Çewligê Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê ku di 2010'an de xîmê wî hat avêtin hê jî nehatiye temamkirin. Welatiyên Çewligê ku bijîşk tune ye, xebatkar kêm in, arizeyên amûrên teknîkî mecbûr dimînin biçin bajarên din. Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê ku di 2010'an de xîmê wî hate avêtin ligel ku ji bo 2016'an çend roj maye jî hê nehatiye temamkirin.
Nexweşxaneya ku bu weadên mezin ji aliyê TOKÎ'yê ve îhaleya wî hate kirin û ji 7 blok û 250 nivînan dê pêk bê li pey hev dema temamkirinê tê dirêjkirin û temam nabe. Îhaleya înşeatê bi 32 mîlyar û 905 TL'î dan şîrketa Parlamenterê AKP'ê yê Amedê Galîp Ensarîoglu ya bi navê "Ensarîoglu Înşeat Taahut Tîcaret A.Ş." Li gorî peymana hate kirin divê înşaet di 25'ê pûşpera 2013'an de bihata temamkirin.
Davutoglu mizgînî da lê piştre hate jibîrkirin
Welatiyên Çewligê piştî demên ku hatin dirêjkirin li bendê bûn ku di meha gulana 2015'an de nexweşxane bê temamkirin. Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî di mîtînga hilbijartinan de gotibû ku dê di meha tîrmehê de bê vekirin, herî dereng dê tebaxê de bê temamkirin. Lê hilbijartin xilas bû, hilbijartina 1'ê sermawezê jî bi dawî bû, bi ser re mehek din jî derbas bû û waye salek din jî temam dibe lê hê jî nexweşxane neketiye faliyetê. Di sala 2016'an de bikeve faliyetê ev yek dike 6 sal. Bi 6 salan de temamkirina nexweşxaneyek herhal li dinyayê rekorek e.
DÎHA - Diyarname