BEDLÎS
Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr a Bedlîsê piştî li Norşînê cara 3'yemîn deng jimartin, biryara betalkirina hilbijartinê da. Hilbijartin dê di 1'ê pûşperê ji nû ve li dar bikeve.
Li Navçeya Norşînê ya Bedlîsê BDP'ê şaredarî bi sedî 48,7 bi dest xistibû. Pişti wê dengên AKP'ê hebû û di navbera wan de hindik deng hebûn. Li ser vê AKP'ê îtîraz kir. Du caran dîsa BDP derket. Lê cara 3'yan vê carê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr a Bedlîsê hilbijartin betal kir û biryar da ku careke din hilbijartin çêbibe.