Diyarname
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo diyarkirina berendamtiya serokatiyê Partiya Demokrat û Partiya Komarparêz bi hev de di qayişkêşanê de ne. Di "Sêşema Super" de hema bêje berendamê Komarparêzan diyar bû lê Demokrat hê di qayişkêşanê de ne.
Li DYA'yê ji bo berendamekî/e ji bo serokatiya DYA'yê li ser navê partiyekê bikeve hilbijartinê mecbûr e ji hilbijartinên li eyaletan bi ser bikeve û deleyên zêde bi dest bixe. Ji bo vê yekê hem di eniya Demokratan de hem jî di eniya Komarparêzan de heyecaneke mezin bilind dibe.
Her kes vê hefteyê li benda hilbijartina roja sêşemê bû ku navê "Sêşema Super" lê kiribûn. Niha encamên vê Sêşema Super diyar bûn.
Di vê Seşema Super de berendamê Demokratan Senator Barack Obama li 13 eyaletan, Hillary Clinton jî li 8 eyaletan bi ser ket lê ji ber ku li California û New Yorke Clinton zêdetir delege bi dest xistin yekemîniya xwe domand. Digel her tiştî di navbera Obama û Clinton de di warê dengan û delegeyan de zêde tişteke nîn e û di mehên pêş me de diyar bibe ku ka Demokrat dê kî/ê ji bo berendamtiya serokatiya DYA'yê nîşan bidin.
Di eniya Partiya Komarparêz de jî Senatorê Arîzonayê John McCain, New York û California jî têde li 9 eyaletan bi ser ket û ferqeke mezin di navbera wî û berendamên din waliyê berê Romney de derket. Bi vê yekê John McCain di eniya Komarparêzan de rêza yekemîn de ye û tê gotin ku dê hilbijartina DYA'yê de berendamê Komarparêzan McCain be.
Li DYA'yê di sermaweza îsal de dê hilbijartina giştî ya ji bo serokatiya DYA'yê pêk bê û kê bi ser bikeve dê li ser kurksiya Qesra Spî rûne. Serokê niha yê DYA'yê Bush ji Komarparêzan e û ev du hilbijartin in li ser kursiya xwe ye. Bi giştî li DYA'yê desthilatdarî careke dikeve destê Komarparêzan, piştre dikeve destê Demokratan. Berî Buhs desthilatdarî di destê Demokratan de bû û serokê wan Bill Clinton bû. Niha meraq ev e ku dê Demokrat di dora xwe de bi ser bikevin an dê Komarparêz careke din bi ser bikeve û vê rêzê xera bikin.