logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Newroza Stenbolê; bi sed hezaran kesî gotina xwe got

  • Dîrok: 23/03/2025
  • Beş: Nûçe

Diyarname
îro li 20 cihan şahiyên Newrozê hebûn. Ya herî mezin li Stenbolê bû.
Va ne notên ji Newroza Stenbolê:
- Îsal jî meydana Yenîkapi ya ku li Fatihê ye ji bo Newroza Stenbolê mazûvanî kir. Ji serê sibê de ji her derê Stenbolê gel ber bi qadê ketin rê.
- Bi sed hezaran kesî qada Yenîkapi dagirt. Dema roj hat piştî nîvro bi qasî ku yên ji qadê êdî vegeriyan, bi vî awayî însan hê dihatin qadê.
- Agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê, siyasetmedar Gultan Kişanak û Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan ve hat pêxistin.
- Li her derê berstûkên Amedsporê dihatin firotin. Îsal ligel vê berstûkên Vansporê jî xuya bûn. Li qadê gelek alên Amedsporê jî hatin vekirin. Ji bilî van alên Kurdistanê, wêneyên Ocalan li pêş bûn.

BERSTÛKÊN BI WÊNEYÊN DEMÎRTAŞ
- Berstûkên ku li ser wêneyê siyasetmedar Selahattin Demirtaş li ser gelek hatin firotin. Firoşkaran di vî warî de karek baş kirin. Ligel vê gelek wêneyên Demirtaş jî hatin vekirin. Hinan wekî tablo weneyê Demirtaş amade kiribû û anî bû; gelek kesî li ber fotograf dikişand.
- Hinan maske dabû ber rûyê xwe, maskeya Joker, gelek kes diçûn ligel foto dikişandin.
- Jin û mêr, gelek kes bi kincên kurdî li qadê bûn; ev yek ji salên din zêdetir xwe nîşan dida.

QADÊ BERSIV DA YAVAŞ
Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş du li Saraçhaneyê gotinên nexweş bo kurdan kiribûn, îro li qadê hem pankartek hatibû vekirin, hem jî dema peyama Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel hat ku ji aliyê pêşkêşvanan ve bê xwendin, gel protesto kir. Pêşkêşvan çend caran sekinî, rica kir protesto nekin, lê gel heman bersiv da. Di nav vê protestoyê de peyama Ozel hat xwendin. Ev yek wekî bersivek ji bo Mansur Yavaş hat nirxandin; ku beşdaran jî ev dianîn ziman.

DIRUŞMÊNE ÎSAL
- Diruşmên wekî "Jin, jiyan, azadî", "Bê serok jiyan nabe, "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz" diruşmên ku herî zêde hatin bilindkirin bûn.
- Wekî Newroza Amedê li Stenbolê jî dengê Ocalan ku Newroz pîroz dikir bi dîmenên wî ên anîn ser ekranê hat belavkirin.

'EMÊ FIRSENDÊ NEDıN PROVAKTOR'
- Di Newrozê de hin axaftin jî hatin kirin. Ji van Hevberdevkê HDK'ê Ali Kenanoglu di axaftina li ser "Lihevkirina Bajêr" de sekinî û girtina Îmamoglu û kesên din wekî derbe bi nav kir. Kenanoglu ji bo Şaredar Yavaş jî got, "Duh li Saraçhaneyê provakatorek hebû. Dema zarokên kurd di bin panzêran de dihatin eciqandin te qet deng derxist? Karên wan cudakarî ye. Em li hemberî vê derbeyê ne. Em jî li Saraçhaneyê bûn. Emê firsendê nedin te. Wekî provakatorên din ên li vî welatî, emê firsendê nedin te jî. Ev Newroz, Newroza xwedîlêderketina aştî û jiyana demokratik e."

KIŞANAK: ENQERE GERE GUH BIDE DENGÊ GEL
- Siyasetmedar Gultan Kişanak: Bila qedexeyên li ser ziman û çanda me bi dawî bibin. Enqera li ser rêya kritik e, dem hatiye vir derbas bibe. Divê guh bide kurdan, guh bide dengê Rojava. Em aştiyê hêvî dikin. Ger planeke ne baş a Enqereyê heye bila dest ji vê planê berde. Birêz Ocalan dibêje "Bi vîn bin, bi rêxibtin bin" Emê bi xwe bawer bin, Emê xwe bi rêxistin bikin, emê mil bidin hev û bi hev re bimeşin.

BAKIRHAN: EMÊ SERÊ XWE NETEWÎNIN
- Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan: Ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem agirê Newrozê netemirî. Em serê xwe natewînin, heta dawî emê ber xwe bidin, serketin a me ye.
Yên ku welat bi rê ve dibin mecbur in biguherin. Bi kayûman hûn nikarin bigihîn cihekî. Pêvajoya ku hatiye destpêkirin destpêkek bû. Hûn amade ne mafên kurdan bi dest bixin? Em rêya sêyemîn diparêzin. Em bi mîlyonan in li ser rêya Newrozê.
Divê Tirkiyeyê êdî nebe welatên ku her operasyon lê tene kirin. Divê dadgeh ji bo vê yekê neyê bikaranîn. Em ligel Îmamoglu û hemû kesên hatine girtin in. Yên hatine hilbijartin divê neyên girtin. Heta niha herî zede me derbeyên sivîl rexne kirine. Selahattin û hevalên wî hê girtî ne. Li dinyayê Tirkiye êdî wekî welatê antî demokratik tê binavkirin.
Ji me re digotin kurd divê li Wanê, Sêrtê wan deran bi rê vebin, îro jî ji ber "Lihevkirina Bajêr" divê hûn nikarin Stenbolê bi rê ve bibin. Ez bang li hikumetê dikim ku dest ji hiqûqa şaş berde. Di kêliya ku em aştiyê bi rêxistin dikin de hin kayûman dişinin ser şaredariyan, divê dest ji van tiştan berdin.

 

***


ÎSAL:
 - 89 cih: Va ye bajar bi bajar bernameya Newrozê

 

***

Nûçeyên Eleqedar:

- ÎRO: Çalakiyên Newrozê temam dibin, li 20 cihan mîtîng hene

- Notên ji Newroza Amedê 

- Qonaxê Cemîl Paşa veng da

- Rêberên kurdan ji bo Newrozê çi gotin?

- Newroz pîroz be, îro Amed Newroz e

- Li Balyozxaneya Îsraîlê ya Berlînê bi resepsiyonek Newroz hat pîrozkirin

- Li 9 navendan Newroz bi girseyî hat pîrozkirin

- Ji bo Newroz bi fermî bibe tatîl serî li meclisê da

- Li 10 cihan Newroz: Dengê bilind îro li Wanê ye

- Li Ûrmiyeyê bi deh hezaran kesî Newroz pîroz kir

- Ji Qesra Îsheq Paşa heta ber Tirba Ehmedê Xanî meşa Newrozê

- Li Başûr ji bo Newrozê 3 roj tatîl ragihandin

- Va ye strana Newrozê ya îsal

- Meşaleyan Sûrên Amedê ronî kirin

- Agirê Newrozê li Licê hat pêxistin

- Deklerasyona Newroza îsal

 - 89 cih: Va ye bajar bi bajar bernameya Newrozê

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Konserek ji bo piştgiriya Rojava

ad

Lîstikvanên Entab û Hatayê bi kirê çûn tîmên din

ad

Rojava ber bi statuyek nû ve çû

ad

Klîbên kurdî yên ku herî zêde lê hatine temaşekirin

ad

Lîgên fûtbolê yên ku kurdan eleqedar dikin dest pê dikin

ad

Bajar bi bajar çalakiyên ji bo ziman

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname