logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Ziman, rastnivîs û kevneşopî

Zanist çi ye? Zanist ew agahiyên bi pergal in ku li gorî rêbazekê ango li gorî hinek pîvanan hatine/ tên komkirin û bi m

  • Dîrok: 05/01/2014
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Samî Tan

Zanist çi ye? Zanist ew agahiyên bi pergal in ku li gorî rêbazekê ango li gorî hinek pîvanan hatine/ tên komkirin û bi mebestekê  hatine/tên  bikaranîn.  Zanista ziman  ango zimanzanî jî pêzanîn û agahiyên  der barê ziman(an) de yên bi pergal in ku li gorî rêbazekê hatine/ tên berhevkirin û ji bo naskirina pergala ziman û hêmanên  zimanan / zimanekî tên bikaranîn.  Hêmanên ku zimanekî pêk tînin çi ne? Serê pêşîn deng û amrazên ku deng pêk tînin, piştre şiyana ku şekirin ango qebîliyeta axaftinê dide mirovan  e.

Bi vê nivîsê armanca min ne ev e ku bi kûrahî bikevim nav mijara pênasekirina ziman, zimanzanî û hêmanên zimên. Bi tenê min divê balê bikêşim ser rastiyekê; berî ku mirov dest bavêje karekî divê mirov der barê wî karî, rê û rêzikên wî karî de xwedan pêzanîn û agahî be. Hemin ziman jî wekî gelek warên din qet nebe ji Ferdinand de Saussure vir de wekî zanistekê hatiye pejirandin û pênasekirin,  bi ser de jî gelek liq û şaxên wê pêk hatine, nexwe divê em jî bi vî çavî lê binêrin û wisa nêzîkiyê lê bikin.  Kurd jî li ser rûyê vê erdzemînê dijîn û heke dixwazin li ser zimanê xwe xebatê bikin, divê ji vê dîrokê û vê pêşketinê agahdar bin, zimanê xwe jî li gorî rê û rêbazên zimanzaniyê binirxînin; li serê xebatê bikin. Bi kurtasî divê ji lîteratura vî warî agahdar bin.  Bi têgihên vê zanistê li ser zimanê xwe biaxivin, li gorî pîvanên wê der barê zimanê xwe û hêmanên zimanê xwe de nirxandinan bikin. Ji bo vê yekê jî serê pêşîn divê zimanê  navneteweyî yê zimanzaniyê hîn bibin û wî zimanî (têgihên zimanzaniyê) li zimanê xwe wergerînin. Ji ber ku her zanistek serê pêşîn zimanekî ji zimanê rojane cuda, zimanekî xweserî xwe pêk tîne. 

Lê dema ku mirov bala xwe dide xebatên der barê zimanê kurdî de hatine kirin, berhemên ku derketine holê, mixabin mirov vê yekê nabîne.  Hinekên ku der barê zimanê kurdî de gotaran dinivîsin haya wan ji lîteratura navneteweyî ya zimanzaniyê nîn e. Wan bi tenê, di sêrî de pirtûka Celadet Bedirxan û Roger Lesco, hinek pirtûkên rêzimanê yên der barê kurdî de xwendine. Tew hinekan ew jî nexwendine û der barê zimanê kurdî, dengên kurdî de gotaran dinivîsin, nirxandinan dikin û bi ser de jî biryaran digirin ango pîvanan datînin. 

Wate, nizanin ka deng çi ye, rengdeng çi ye, bi çi awayî ji hev tên cudakirin, lê der barê deng û tîpên kurdî de, der barê reng û dirûvên peyvên kurdî de nirxandinan dikin, biryaran didin. Tiştê kambaxtir, rojnameya me jî wan gotaran wekî gotarên zanistî belav dike.  Ew kes nîqaşên ku berî bîst salan hatine kirin û êdî bi encam bûne ji nû ve vedikin.  Hinek ji wan li ser dirûvê hinek peyvên ku di zimanê nivîskî de êdî bi cih bûne, nirxandinan dikin, biryaran didin û vê biryara xwe jî di nivîsa xwe de bi kar tînin. Yek di bin navê “Zimanê çêkirî” de (tevî ku zimanê wî bi xwe zimanekî çêkirî û tirkmancî ye) nivîskar û zimanzanên kurd rexne dike, lê li şûna ku der barê ziman û rêzimanê de binivîse, radibe der barê  rastnivîsê de biryaran digire.  Ji nû ve nîqaşa pêvenivîsandina cînavkên pêvebestî (qertafên kesandinê)  tîne rojevê, yekî din qala nivîsandina cînavka girêkî “ku”yê dike. 

Rastnivîs bi aliyekî xwe têkildarî rêziman e, lê belê bi aliyekî xwe jî toreyî û kevneşopî ye.  Zimanê nivîskî û zimanê devkî tu carî ji sedî sed hevreng nabin. Zimanê devkî dînamîk e, zimanê nivîskî statîk e, ji ber ku  deng diguhere, lê nivîs naguhere.  Her wiha zimanê devkî  pirreng e, lê belê zimanê nivîskî divê heta radeyekê yekreng be.  Wekî mînak monema “ku” di zimanê axaftinê de bi gelek rengên mîna “ku, ko, kû, ki / go, gi” de derdikeve pêşberî me, Celadet Bedirxan bi xwe di Hawarê de “ko” bi kar aniye û îro jî derdora Nefelê bi vî rengî bi kar tîne.  Lê di zimanê nivîskî ya ekola Welat de (li bakurê Kurdistanê ekola sereke ye) êdî wekî “ku” cihê xwe girtiye, pêwîst nake em wê ji nû ve nîqaş bikin. Rojnameya Welat ne tenê wekî amûreke ragihandinê, her wiha wekî dibistaneke zimanê kurdî jî kar kir.  Mijara ziman di rojnameyê de xala herî girîng bû. Bo nimûne ji ber mijara “i” û “ı”yê  nivîsên nemir Feqî Huseyn Sagniç demekê dirêj di rojnameyê de nehatin weşandin.  Welat  û peyrevên wê di zimanê nivîskî ya kurdî (nemaze jî kurmancî) de ekolek e. Di warê rastnivîsê de jî kevneşopiyek pêk aniye. Divê haya me ji vê kevneşopiyê hebe û xebat li ser wê bingehê û li gorî wê kevneşopiyê werin meşandin.

 

05.01.2014, Azadiya Welat 

 

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

TRT 6 û dengê Îsraîl

ad

‘Asoya Peyvên Sermest’ derket

ad

Kayûmê navê parka rojnameger Hafiz Akdemîr guherand

ad

Angelina Jolie bi diziyê hat sûcdarkirin

ad

Şîrînên delal 50 salî ne

ad

Xelata Apê Feqî didin Zarok TV

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname