Diyarname
21 festîvalên fîlman ji ber vîrusa koronayê festîval bi paş ve xistibûn û biryar dabûn ku bi hev re wekî online festîvalê li dar bixin. Nav jî wekî
"We ar one: A Global Film Festival" lê kiribûn. Festîval 29'ê gulanê dest pê kir û heta 7'ê mehê didome. Di çarçoveya festîvalê de fîlmên kurdan jî hene. Yek ji wan jî fîlmê Komîna Fîlman a Rojava ve hatiye kişandin. Fîlm di çarçoveya Festîvala Rotterdamê ve dê bihata nîşandayîn, niha di vê çarçoveyê de hat nîşandayîn.
Di çarçoveya festîvalê de ji 35 welatan li dor 100 belgefîlm, kurtefilm û fîlmên metrajdirêj têne nîşandayîn. Di vê çarçoveyê de sînemagerên wekî Francis Ford Coppola, Steven Soderbergh, Song Kang Ho, Bong Joon-ho, Guillermo del Toro, Jane Campion û Claire Denis dê wekî online beşdarî gotûbêjan bibin.
Fîlm ji ser YouTube re têne nîşandayîn û ji temaşevanan jî tê xwestin ku ji bo Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê û saziyên din ên herêmî alîkarî bê kirin.
Di nav festîvalê de ji Rojava jî "Çîroka bajarên wêrankirî" (Stories of Destroyed Cities) heye. Fîlmê ku derhêneriya wî Şêro Hinde kiriye, di sala 2016'an de hatiye kişandin û çîroka wêrankirina bajarên kurdan bi ser Şengalê re nîşan dide. Fîlmê 17 deqîqe ye.
Ji bo temaşekirina fîlman, lînk:
-"We ar one: A Global Film Festival"
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.