Diyarname
Li Abû Dabî, Weşanxaneya Kalima, romana Jan Dost a bi navê Mîrname bi erebî çap kir.
Romana nivîskarê me Jan Dost "Mîrname" di sala 2008'an de bi kurdî li Stenbolê derketibû. Piştî romanên Jan Dost "Mijabad" û "3 gav û 3darek" vê carê Mîrname derketinê û rastî eleqeyeke baş hatibû.
"Mîrname" ku li ser jiyana Ehmedê Xanî, serdema wî û têkiliya di navbera rewşenbîran û desthilatdaran de hatibû nivîsandin bi zimanê xwe yê herikbar jî bal kişandibû.
Roman niha bi erebî derket û piştî demekê dê bi tirkî derkeve. Li gor agahiyên bi dest me ketine wergera "Mîrname"yê ji bo tirkî Muhsin Kizilkaya kiriye û roman dê di meha avrêlê de li Stenbolê ji Weşanxaneya Îthakî derkeve û li pêşangeha Amedê ya TUYAP ê bê pêşkêşkirin.
**
Hevpeyvîna li ser MÎRNAME'yê bi Jan Dost re:


