Diyarname
Erê vîruso koronayê bandor li gelek qadên jiyanê, qadên aborî kir lê li aliyê din 500 dewlemendên dinyayê di sala 2020'an de 1.8 trîlyon dolar serweta xwe zêdetir kirin. Bi gotineke din yên pereyên wan hebûn pere li pereyê zêde kirin, yên nebû jî hê zêdetir feqîr bûn.
Bloombergê Îndeksa Mîlyarderan (bi dolar) weşandiye. Serweta 500 dewlemendên dinyayê di destpêka sala 2020'an de 5.8 trîlyon dolar bû, di nav salek din 1.8 trîlyon dolar lê zêde kirin û dawiya salê serweta wan 500 kesan bû 7.6 trîlyon dolar.
Li gor nûçeyê ligel Covid-19 jî sedî 31 serweta wan çêde bûye. Ev 8 sal in ev lîste tê amadekirin ku zêdebûna serwetê herî zêde par çêbûye.
5 kesên pêşî serwetê wan bi ser 100 mîlyar dolarî de ye ku rêz wisa çêbûye:
- Avakarê Amazonê Jeff Bezos: 190 mîlyar dolar
- Rêveberê Tesla û SpaceX'ê Elon Musk 170 mîlyar dolar
- Avakarê Microsoftê Bill Gates 132 mîlyar dolar
- Karsazê fransiz Bernard Arnault 114 mîlyar dolar
- Avakarê Facebookê Mark Zuckerberg 104 mîlyar dolar.
Di nav 10 kesên pêşî de 8 jê xwediyê kompaniyên teknolojiyê ne. Ji van par herî zêde Bezos û Musk pere kar kirine.



