Amed
Bi pêşengiya TJA'yê (Tevgera Jinên Azad) li Amedê bi meşaleyan çûn ser Sûran û Newroz pîroz kirin.
TJA'yê li ser li ser Bircên Ben û Senên bi meşale û erbaneyan Newroz hate pîroz kirin.
Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê û yên navçeyên navendî, endam û rêveberên Rêxistinên Bajêr ên DBP'ê û DEM Partiyê, endamên saziyên sivîl û bi sedan kes tev li pîrozbahiya Newroza li ser Sûran bûn. Girseya li ber dahol û zirne û stranên hatin lêxistin govend gerand pişt re meşale vêxistin.
Li vir Hevseroka DEM Partî ya Amedê Gulşen Ozer, aktîvîsta TJA'yê Hacer Ozdemîr û Mebûsa DEM Partiyê Newroz Aslan axivîn. Aslan di axaftina xwe de got: “Meşaleya ku îro me li dile Kurdistanê vêxistî dê bigihîje Akrê, Silêmaniyê û Hewlêrê û geş bibe. Ev meşaleya ku îro me li vê derê vêxistî dê bigihije Kobanî, Dêrîk, Mêrîwan, Sînê. Newroz ji bo gelê kurd pîroz e. Xeyala rêzdar Apo ew e ku li ser van Sûran Newrozê pîroz bike. Em ê bi xwedî derketina vê peyamê bikin Newrozê bikin Newroza azadiyê. Heta ku axa me azad bibe em ê bi rihê Newrozê têbikoşin. Newroz li we tevan pîroz bibe."
Foto: Ajansa Welat
***
Nûçeyên Eleqedar: