Diyarname
Bernameya Newroza 2025'an hat eşkere kirin. Li Bakur û bajarên Tirkiyeyê bi temamî li 89 cihan dê Newroz bi girseyî bê pîrozkirin.
Li gor nûçeya Azad Altay a di MA'yê de 11'ê mehê wê deklerasyon bê eşkerekirin, 12'yê mehê jî li Licê Newroz bê pîrozkirin.
13'yê mehê wê li navçeya Sûrê ya Amedê bi pêşengiya jinan agirê Newrozê bi meşale û erbaneyan bê pêxistin û li Kadîfekale ya Îzmîrê jî agirê Newrozê bê pêxistin.
Li gor agahiya hatiye belavkirin di Newroza îsal de wê daxwaza berdana Ocalan û "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" derkevin pêş.
Deklarasyona Newrozê û bernameya navendên ku wê lê were pîrozkirin wiha ye:
- 11 Adar: Li Amed û Stenbolê deklarasyona Newrozê bê eşkerakirin.
- 12 Adar: Licê
- 13 Adar: Xelfetî, Sûr (Amed. Bi pêşengiya jinan meşa bi meşaleyan û erbane), Kadîfekale (Îzmîr)
- 14 Adar: Dep (Elezîz), Curnê Reş
- 15 Adar: Mîdyat, Bismil, Elk, Qileban, Bêrecûk, Serêkanî, Kop (Mûş), Giyadîn, Şemzînan, Dêrîk
- 17 Adar: Panos, Manîsa, Hezex (Bi pêşengiya jinan), Îdir, Erdîş, Misirc, Erxenî, Sêwereg, Gimgim, Çelê, Şemrex
- 18 Adar: Farqîn, Wêranşar, Colemêrg, Silopî, Agirî, Qoser, Hezo (Batman), Dîgor, Dihê, Milazgir (Mûş), Hewag (Riha)
- 19 Adar: Wan, Şirnex, Nisêbîn, Pirsûs, Çewlîg, Mûş, Tetwan, Stewr
- 20 Adar: Riha, Erdexan, Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Gever, Bazîd, Cizîr, Semsûr, Dêrsim, Qers, Tekman, Kerboran
- 21 Adar: Amed
- 22 Adar: Dîlok, Mersîn, Kocaelî, Îzmîr, Osmaniye, Kulu (Konya), Gokçeada (Çanakkale), Erzîn (Hatay), Bodrûm (Mugla), Ortaklar (Aydin)
- 23 Adar: Aydin, Bursa, Denîzlî, Stenbol, Antalya, Edene, Enqere, Konya, Erzîngan, Çanakkale, Balikesîr, Eskîşehîr, Hopa (Artvîn), Îskenderun (Hatay), Tekîrdag, Malatya, Kirşehîr, Bazarcix, Datça (Mugla)


