Diyarname
Kurdish Monitoring niha raporeke amade kir û îstatîstîkên binpêkirina mafên ziman û çanda kurdî belav kirin.
Rapor bi navê "Rapora 2024'an a Binpêkirinên Birêkûpêk ên Derbarê Ziman û Çanda Kurdî de li Tirkiyeyê" hat belavkirin. Di raporê de di sala 2024'an de Li Tirkiyeyê çi binpêkirin çêbûne, hatine pêşkêşkirin.
KURDISH MONITORING ÇI DIKE?
Kurdish Monitoring, ji bo li Tirkiyeyê binpêkirinên birêkûpêk ên li dijî ziman û çanda kurdî pêktên bişopîne, tomar bike û bi raporan wan bi raya giştî re par ve bike ava bûye û înîsîyatîfeke serbixwe ye.
Platformê niha rapor amade kir û belav kir. Rapor di çar kategoriyên sereke de hatiye amadekirin û tê de binpêkirinên mafên bikaranîna kurdî yên 2024'an (çand û huner, qada civakî, girtîgeh, medya) hene. Bi van xalan rewşa li Tirkiyeyê ya di van waran de zelal dike.
ANALÎZ: 109 BINPÊKIRIN
Raporê rewşa giştî wisa eşkere kiriye: Li ser hev 109 caran maf hatine binpêkirin. Li gorî kategoriyan rewş wiha ye:
- Çand û Huner: 27 bûyer
- Qada Civakî: 53 bûyer
- Medya: 11 bûyer
- Girtîgeh: 18 bûyer
Di rapora ku ji 26 rûpelan pêk tê de yek bi yek çi lêpirsîn hatine kirin, çi qedexe û astengî di vî warî de hatine kirin, hatine rêzkirin.
375 KES JI BER GOVENDA KURDÎ HATIN BINÇAVKIRIN
Sala borî bi sedan kes ji ber bi kurdî govend gerandin hatin binçavkirin, hinek jê hatin girtin. Raporê ev dane ji rapora ÎHD'ê (Komeleya Mafên Mirovan) girtiye û ew jî bi cih kiriye: "Li gorî daxuyaniya İHD'ê, di 10 mehên sala 2024'an de li ser hev 375 kes ji ber govend gerandine û stran strane li Êlih, Îzmîr, Riha, Mêrdîn, Amed, Şirnex, Antalya, Mêrsîn, Agirî, Sêrt, Stenbol, Colemêrg, Osmaniye û Balikesîrê hatine desteserkirin, 47 ji wan hatine girtin."
***
Li ser 2024'an Lîste û Nûçeyên Eleqedar:
- Çende kitabê kirmanckî (zazaki) veciyayê? Fermo lîste
- 2024'an de hejmara kurdên li Almanyayê serî li penaberiyê dan diyar bû
2024: Hemû pirtûkên bi kurdî, va ye lîste
- Va ne rûyên herî xweşik ên dinyayê
- Hemû kovarên bi kurdî yên derketine
- Li Tirkiyeyê, li tora civakî çend hesab hene?
- 10 rêzefîlmê populerî hamey weçînayişî
- 2024: 104 rojnameger hatin kuştin
- 2024: Moana mohra xwe li 5 salên dawî da
- Oksfordê jî peyva salê hilbijartin 'Brain rot'
- Stranên herî zede haitne guhdarîkirin
- Cambridge Dictionary peyva salê hilbijart
- Va ye zilamê herî seksî yê salê
***
"3 Deqe ligel Cemil Oguz"



