Diyarname
Nivîskar Yildiz Çakar îro serê sibê dema ji Almanyayê dihat, li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin.
Nivîskar Çakar ev çend sal bûn li Almanyayê dijiya. Îro hat Stenbolê û ji wir dê biçûya Amedê.
Heta niha der barê sedema binçavkirinê de tu agahî nehatiye belavkirin.
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partî li ser hesabê xwe yê X'ê li ser vê peyamek belav kir û got, "Binçavkirina nivîskara kurd Yildiz Çakar nayê qebûlkirin. Hûn nikarin bi zextan dengê wêjeya kurdî bibirin. Em dixwazin ew demildest serbest bê berdan!"


