Diyarname
Li Almanyayê anketek hatiye sazkirin û di anketê de derketiye holê ku ji bo tehdîda aştiya li dinyayê Tirkiye 4'emîn welat e. Di nav welatên ku ji bo aştiya li dinyayê talûkene de gotina ku Îran, DYA û Koreya Bakur herî zêde xeter in û dûre Tirkiye tê.
Anket ji aliyê Navenda Rêberiya Bilind û Stratejiyê ve hatiye amade kirin. Îran bi sedî 66 bûye yekemîn û paşê DYA bi sedî 61'ê tê. Koreya Bakur bi sedî 55 di rêza sêyemîn de, Tirkiye bi sedî 51'ê di rêza çaran de cih girtiye. Paşê Bi sedî 36 Rusya û Sûriye hatine.