Diyarname
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî maça Amed û Galatasaray Sporê ku Amed Spor bi 2-0 bi ser ket, piştgiriya Amed sporê kir. Yek ji endama Heyeta HDP'ê ku diçe cem Ocalan û tê mebûsa HDP'ê Pervin Buldan ji hesabê xwe yê twitterê ragihand ku Ocalan ji bo Amed Sporê serketin xwestiye. Buldan wisa got: "Birêz Ocalan ji bo Amed Sporê serketin xwest. Ligel ku ez kesek alîgirekî xurt ê Galatasarayê me jî min yekem car piştgirî da tîmekî reqîb."
Heyeta HDP'ê roja 4'ê vê mehê çû hevdîtina ligel Ocalan. Yekem car Ceylan Bagriyanik jî beşdarî heyetê bû û ligel Sirri Sureyya Onder, Pervin Buldan, Îdrîs Baluken û Hatip Dîcle çû giravê.
Amed Spor û Galatasaray Spor di Maça Koman a Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de 22'yê meha borî li sehaya Galatasaray hatibûn hemberî hev û Amed Spor bi 2-0* bi ser ketibû.
*Nûçeya eleqedar:
- Me got lêxe lê me negot bikuje!