Diyarname
19'emîn Festîvala Kurtefîlman a Akbankê 2'yê gulanê dest pê dike û heta 12'yê mehê dê bidome. Festîval li Akbank Sanat a li ser Kolana Taksîma Beyogluya Stenbolê ye li dar dikeve. Di festîvalê de bi dehan kurtefîlm hene.
Ji bo festîvala îsal ji Tirkiyeyê û ji welatên din bi giştî ji 71 welatan 2237 kurtefîlmî serîlêdana xwe kiriye. Ji nav van ji 36 welatan 88 kurtefîlm û 3 fîlmên metrajdirêj hatine hilbijartin û ewê bêne nîşandayîn. Kurtefîlmên hatine hilbijartin dê bikevin pêşbaziyê jî û serketiyên wan dê bêne xelatkirin. Di nav bernameyê de kurtefîlmên derhênerên kurd jî hene.
PÊŞBAZÎ Û JURIYÊN WAN
Di festîvalê de 3 pêşbazî hene: "Pêşbaziya Neteweyî - Kurteyên Festîvalê", "Pêşbaziya Navneteweyî - Kurteyên ji Dinyayê", "Pêşbaziya Senorayê ya Forûmê" û "Nêrînên Ciwan".
Di Pêşbaziya Neteweyî de jurî ji lîstikvan Beren Saat, derhêner Umut Aral, lîstikvan Ekin Koç, vesazkar Ali Aga û Midûra Akbank Sanatê Derya Bigali pêk tê. Di nav juriya Pêşbaziya Navneteweyî jî lîstikvan Mina Kavani, derhêner Jonas Matzow Gulbrandsen, lîstikvan Nik Xhelilaj û Dîrektorê Mubi Tirkiye Cem Altinsaray heye.
Di beşa Pêşbaziya Senaryoya Forûmê de lîstikvan Merve Dizdar, derhêner Emre Kayiş û lîstikvan Berkay Ateş heye. Her wiha Pêşbaziya Nêrînên Ciwan de jî sê endamên juriyê hene: Lîstikvan Pinar Deniz, derhêner Ziya Demirel û muzîkar Saki Çimen. Ewê berheman binirxinin û serketiyan diyar bikin.
ATOLYE Û SEMÎNER
Di çarçoveya festîvalê de gelek atolye, semîner û gotûbêj hene. Hin bi vî rengî ne: "Ji kurteyan ber bi metrajdirêj", "Ceribandin" "Atolyeya vesazkirinê, "Sînemaya Belgefîlman", "Atolyeya Lîstikvanî", "Muzîkê Fîlm û Bandora Wê ya li Ser Vegotinê", "Li ser nivîskarî", "Li ser lîstikvanî", "Têkiliyên Sînema û Platformên Dîjîtal". Di vê çarçoveyê de kesên wekî Gulse Birsel, Umut Aral, Jonas Matzow Gulbrandsen, Mahmut Fazil Coşkun, Bulut Reyhanoglu, Ekin Koç, Emir Etminan, Berkay Ateş, Mustafa Kara, Aleyna Seymen, Deniz Şaşmaz Oflaz, Serkan Çakarer, Gonenç Uyanik, Asli Dadak, Bariş Yikilmaz, Mine Pakel, Saki Çimen, Firat Terzioglu, Yalin Ozgencil, Utku Gurler dê wekî axifger beşdar bibin.
Nîşandayîna kurtefîlman, beşdariya atolye û semîneran bê pere ye. Lê ji ber cih teng e, ji bo semineran berî destpêkirinê yên bixwazin divê herin vexwendnameya xwe bigirin..jpg)


