Diyarname
Li ser girtina Şaredarê Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer û kayumşandina ser Şaredariya Esenyurtê 37 baroyan daxuyaniya nivîskî belav kir.
Baroyan di daxuyaniya xwe de got ku bi temsîlkirina rayeya xwe, ligel ku ew nareve û şikeke wisa nîn e jî girtina wî derhiqûqî ye. Baroyan wisa got, "Lêpirsîn û tiştên hatiye kirin bi awayekî eşkere û ji gelek alî ve dijî Zagona Bingehîn û peymanên navneteweyî ye ku Tirkiye jî alîgirê van e. Bi binçavkirin û girtinê xalên 2, 19, 20, 127 û 138'an ên Zagona Bingehîn hatine binpêkirin."
Baroyan gotiye ku kayûmşandina ser şaredariyê dijî nirxên demokratik e û binpêkirineke mezin e; kayûm dijî rêgeza bingehîn a dewleta demokratik a hiqûqî ye.
Baroyan banga betalkirina kayûmê kiriye û gotiye ku tiştê li dijî Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer hatiye kirin bêpîvan e.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Îmamoglu: Em bi şerma demokrasiyê re rû bi rû ne
- Îdîa: Bi kayûmê dest danîn ser Şaredariya Esenyurtê
- Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer hat girtin
Parve Bike


