Diyarname
Du şîrketên lêkolînê yên mezin ên Tirkiyeyê A&G û Konda texmînên xwe yên ji bo Hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê eşkere kirin.
Li gor A&G Demirtaş sedî 11-13 digire
Xwediyê Şîrketa Lêkolînê A&G Adil Gur ragihand ku li 49 bajaran, li 5423 xaneyan rû bi rû bi mirovan re anket çêkirine û encam eşkere kir. Li gor vê encamê sedî 7 kesî gotiye ewê neçin deng nedin, sedî 9 gotine belkîherin û sedî 84 kesî gotiye sedî sed ewê herin û dengên xwe bidin.
Gur dibêji ji vê sedî 84'î pirsîne ku dê dengên xwe bidin kî û ev encam derketiye holê: Erdogan sedî 55,1, Ekmeleddîn sedî 33,3, Demirtaş sedî 11,6.*
Gur dibêje ger beşdariya hilbijartinê di sedî 84-85'an de be encem wisa ye, lê li gor beşdariyê dibe ku rêje dakeve û van lê zêde dike: Kîjan partî hilbijêrên xwe baş organîze bike, biçe cem sindoqê û deng bide bikaranînê dê encam li gor wê biguherin.
Adil Gur di dawiyê de li gor beşdarî û encameke giştî jî vê dibêje:
Erdogan: Sedî 54-56
Ekmeleddîn: Sedi 23-34
Demirtaş: Sedî 11-13.
Konda: Demirtaş sedî 9 dê bigire
Şîrketa Lêkolînê Konda jî bi îmzeya xwediyê şîrketê Tarhan Erdem daxuyaniyeke weşand. Li gor daxuyaniyê wan di navbera rojên 2-3'yê gelawêjê de li 30 bajara, 112 navçe, 155 taxan bi 2720 kesî re anket çêkiriye.
Erdem ragihandiye ku dibe sedî 2,6 şişiya wan hebe û gotiye ku dê Erdogan sedî 57, Ekmeleddîn sedî 34 û Demirtaş jî sedî 9 dengan bigire.
Agahiyên A&G'yê ji Înternethaberê hatin girtin