Diyarname
Vê sibê Şaredarê Esenyurta Stenbolê Prof. Dr. Ahmet Ozer hatibû binçavkirin. Çapemeniya nêzî hikumetê radigihîne ku Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê kayûm şandiye ser Şaredariya Esenyurtê. Çapemenî ragihand ku Qeymeqamê Beşîktaşê Oguzhan Bingol wekî kayûm hatiye tayînkirin. Berî biryareke li ser Ozer bê dayîn çapemeniya nêzî hikumetê ev agahî ragihand û piştî Ozer hat girtin agahiya kayûmê hat ragihandin.
**
Serokê CHP'ya Stenbolê Ozgur Çelik di X'ê de gotiye ku wî ligel saziyên fermî yên li Stenbolê axiviye, der barê kayûmek li ser Esenyurtê de tu agahî hê nîn e.
HEVSEROK û MEBÛSÊN DEM PARTÎ DIÇIN STENBOLÊ
DEM Partî bi ser hesabê xwe re daxuyaniya nivîsîki belav kir, got ku şandina kayûmê ser Esenyurtê destdanîna ser vîna gel e û got, "Ev yek tunehesibandina demokrasiyê û vîna gelê herêmê ye. Li hemberî vê bêhiqûqiyê û derbeya siyasi emê bêdeng neminin!"
DEM Partî di daxuyaniya xwe de gotiğe ku sibê Hevserokên DEM Partî û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî û mebûsên wan dê li Stenbolê bi û xwedî li demokrasî û mafê gel bin.
Têbinî: Dema me ev nûçe belav kir me "wekî îdîa" belav kir, piştî ku teqez bû, me rast kir.
**
Nûçeya Eleqedar:


