Diyarname
Dadgeha Amedê der barê Ramazan Şimşek ê ku li cafeya xwe gotibû emê bi her kesî re bi kurdî biaxivin bi "Cezayê li malêmayînê" ceza kir.
Li Amedê xwediyê Pîne Cafe Sanatê Ramazan Şimşek piştî ku gotibû emê bi hemû mişteriyên xwe re bi kurdî biaxivin roja 29'ê gulanê li Amedê hatibû binçavkirin. Piştî 3 rojên binçavkirinê îro berêvarkî ew derxin ber dozger. Bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kiriye" ew derxistin dadgehê. Dadgehê biryara berdana Şimşek da lê pêre jî biryara qedexeya derketina derveyî welat û biryara li malê hepiskirinê da.
Parêzerên Şimşek gotine ewê îtîrazê bikin.
**
Nûçeya Eleqedar:


