Diyarname
Şaredarê navçeya Esenyurta Stenbolê Ahmet Ozer vê sibê hat binçavkirin. Êvarê ber bi nîvê şevê ve dadgehê biryara girtina wî da.
Ozer 31'ê Adara 2024'an bi hevkariya "Lihevkirana bajêr" ji lîsteya CHP'ê wekî şaredar hatibû hilbijartin.
Îro vê sibê ew hat binçavkirin. Dozger bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" daxwaza girtina wî kir. Dadgehê biryara girtinê da. Dadgehê bi îdîaya "Emdamtiya rêxistinê" ew girt.
Prof. Dr. Ahmet Ozer kî ye?
Prof. Dr. Ahmet Ozer sala 1960'î li Wanê hatiye dinê. Sala 1986 Beşa Felsefe ya Zanîngeha Hacettepeya Enqereyê zalek zeltir û bi yekemînî temam kiriye. Li heman zanîngehe beşa sosyolojî jî xwend. Li ODTU'yê li ser siyaset û zanista felsefeyê du master kiriye. Li Hacettepeyê pênaseya doktoriyê, li Zanigeha Mêrsînê doçentî, di sala 2009'an de jî li Zanîngeha Süleyman Demirel bûye profesör.
Bi sedan makaleyên wî hene di warê navneteweyî de. Wî 4 roman nivîsîne. 35 pirtûkên zanistî û senaryoya fîlmekî nivîsiye.
Ozer 3 zimanan dizane.
Ew 31'î adara îsal bû Şaredarê Esenyurtê.


